Rojnameger Dîlan Dîlok: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
- 09:02 6 Çile 2025
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Rojnameger Dîlan Dîlok bertek nîşanê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di êrişa SÎHA’yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin da û got: “Êrişên li hember xebatkarên çapemeniya azad ên kurd sûcê şer û mirovahiyê ye. Daxwaza me ev e ku Tirkiye bê darizandin û hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn.”
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan di 19'ê Kanûnê de di encama êrişa hewayî de hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina rojnamegeran didomin.
Rojnameger Dîlan Dîlok ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser êrişên li hemberî rojnamegeran.
Dîlan Dîlok, anî ziman ku yek ji cihên ku xebat lê zêde dibin derdora Minbicê û gundên wê ne û diyar kir ku li herêmên Tişrîn û Tebqayê şer bi dijwarî didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê rewşeke bi vî rengî jî heye: Li hemberî van êrişan berxwedan û têkoşîneke mezin heye. Li vir herêmên ku dewleta Tirk bi alîkariya van çeteyan hewl dide dagir bike hene. Dema ku çete vedigerin wan herêman û êrîşî wan dikin, an jî dema ku hewldana êrîşê û hewldanên ketina hundir tên pûçkirin, dewleta Tirk bi xwe dikeve dewrê û li wir êrişên hewayî û komkujiyan pêk tîne."
'Êrişên xwe berfireh dikin'
Dîlan Dîlok, da zanîn ku wan bi têkoşîn, ruhê berxwedanê û baweriyên hêzên leşkerî di şer û pevçûnên li Rojava de bi hev re têdikoşin û diyar kir ku ew niha bi ruhê ku di berxwedana Kobanê de derketiye holê têkoşîna xwe didomînin û got: “Hêzên ku li dijî barbarî û tarîtiya DAIŞ’ê şer kirin û ronî kirin Rojava îro jî heman têkoşînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê dimeşînin. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke gel heye û gel di nava xweparastinê de ye. Li gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava gel ji bo parastina cewherî bi çekan tê kirin. Ji bo parastina kolan û gundên xwe şev û roj nobetê digirin. Her wiha di çarçoveya xweparastinê de hevdîtin tên lidarxistin û pêwîstiya xweparastinê çawa pêk tê. Gel di her firsendê de piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê diyar dike û bi çalakiyên xwe vê jî nîşan dide. Helbet li hemberî van êrîşan dewleta Tirk ne tenê li herêmên Tişrîn, Karakozak û Minbicê li herêmên din jî êrîşên xwe didomîne û berfireh dike."
'Ji bo eşkerekirina rastiyan şer kirin'
Dîlan Dîlok ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopîne û wiha dibêje: "Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku ji aliyê medya û dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û qetilkirin, ji ber ku rastî nivîsandin hatin qetilkirin. Weke xebatkarên çapemeniya azad, wan jî bi fikreke îdealîst dest pê kir. Hevalên ku li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji Bakurê Kurdistanê bigire heta Başûr Kurdistanê û heta Rojavayê Kurdistanê xebat kirin. Yek armanc, daxwazek wan hebû û ji bo yek armancê şer kirin û ev jî eşkerekirina rastî û heqîqetê ye. Wan ji bo eşkerekirina rastiya gelê xwe şer kirin."
'Êrişê li hember rojnamegeran sûcê mirovahiyê ye'
Dîlan Dîlok, anî ziman ku piştî qetilkirina rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hevrêyên wan xwestine derkevin qadan û daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê gelek rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin û wiha bi lêv kir: "Çima ev hevalên me bûne hedef û çima ev heval bi taybetî hatine hilbijartin? Hevalên me li hemberî dezenformasyon û şerê taybet ê dewleta Tirk rastiya xwe eşkere kirin. Ez di şexsê Nazîm û Cîhanê de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Bi hêza ku ji Apê Mûsa girtiye, bi hêviya ku ji Gurbetellî girtiye û bi kenê Nazim û Cîhanê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di vê dozê de em çiqasî şehîdên xwe winda bikin û çi qas zilm û zordarî li me tê kirin jî divê têkoşîn bidome. Helbet berpirsyariyeke mezin a gel jî heye. Heval Cîhan di bernameyekê de got, 'Em zarokên vî gelî ne, em ji bo vî gelî têdikoşin.' Em dixwazin li dijî van komkujiyan doz bên vekirin, dadgeh bên avakirin, kujerên hevalên me bên darizandin. Her êrîşek li dijî rojnameger û sivîlan sûcê mirovahiyê ye û sûcê şer e."