Li Wanê jinek hat qetilkirin

  • 12:39 11 Hezîran 2026
  • Rojane
WAN - Li navçeya Erdîşê Yakup Sadak, Nurgul Sadak a ku pê re hatibû zewicandin bi çekê qetil kir.
 
Li Taxa Salîhiye ya Erdîşa Wanê, Yakup Sadak, Nurgul Sadak a ku pê re hatibû zewicandin û li stargehê dima bi çekê qetil kir. Piştî agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Piştî lêkolîna tendirustvanan, hat diyarkirin ku Nurgul Sadak jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Nurgul Sadak ji bo otopsyê rakirin morga Tipa Edlî ya Wanê. 
 
Derbarê Yakup Sadak de tu aghî nehat bidestxisitn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.