Horiya Şemdîn: Wê destkeftiyên Şoreşê bên parastin

  • 09:06 5 Gulan 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO - Rêveberiya Meclisa Jinan a PYD'ê Horiya Şemdîn, anî ziman ku yekem care mafê kurdan li Sûriyeyê wê bê qebûl kirin. Hebûn û nasnameya gelê Kurd di destura nû ya Sûriyeyê d encama têkoşîna 14 salan a Rojava û jinên Kurd e.
 
Rewşa siyasî ya Sûriyeyê hîn jî di nava aloziyek giran de ye. Di nava wê aloziyê de bi taybetî rojavayê Kurdistan bi şertên siyasî û ewlehiyê yên hesas re rû bi rû ye. Li hemberî wê aloziyê, jinên Kurd bi riya têkoşîna siyasî û civakî dixwazin maf û azadiya xwe biparêzin.
 
Li ser rewşa Sûriyeyê û jinan Rêvebera Meclisa Jinan a PYD'ê Horiya Şemdîn ji ajansa me re axivî.
 
Horiya Şemdîn di destpêka axaftina xwe de rewşa Sûriyeyê û gavên ku ji bo entegrasyonê tên avêtin nirxand û got: "Di destpêka şoreşa Rojava de aloziyên siyasî gelek bûn. Ji wê demê heta niha têkoşîn tê dayîn, gelek hevdîtin hatin kirin ku li Sûriyeyê siyasetek demokratîk bê kirin. Ji bo hemû neteweyan siyasetek demokratîk hat meşandin. Niha gelek zahmetî tên kêşandin. Ji bo siyaseta demokratîk nefêmkirinek di aliyê hikumetê de heye. Lê li hemberî wê nefamkirinê hewldan û têkoşîn jî heye. Bi Taybetê zêdetirî di warê leşkerî de, di warê siyasî de kar û xebat tên meşandin. Ji bo ku mfê hemû gelan bê parastin hewldana ji bo siyasetek demokratîk berdewam e."
 
'Divê mafên Kurdan bê parastin'
 
Horiya Şemdîn, diyar kir ku ji bo mafê Kurdan bê parastin û bi qanûnan bê misogerkirin xebat tên meşandin û got: " Di nava dewletê de cara yekem bi fermî wê mafê kurdan bê dayîn. Ew bi ked û têkoşîna şoreşê dê bê misogerkirin. Gelek berdel hatin dayîn û gelek deskeftî hatin bidestxistin. Niha gelek zahmetî û astengî jî hene. Şoreşa rojava ji bo hemû cîhanê bû mînak. Li Rojhilata Navîn aloziyek heye û bi taybetî li Sûriyeyê jî siyasetek taybet tê meşandin. Kurd xwedî projeyekê ne, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyek demokratîk hat meşandin. Ji aliyê gelek kesan ve ne fêmkirina neteweya demokratîk heye û gelek êrîş li ser gelê Kurd jî hene.  Lê pîştî ewqas têkoşîn cara yekem mafê Kurdan li Sûriyeyê wê bê qebûlkirin. Hebûn û nasnameya gelê Kurd di destura nû ya Sûriyeyê de qebûlkirin encama têkoşîna 14 salan ya Rojava û jinên Kurd e.  Her kesî dît ku gelê Kurd ji bo mafê xwe bi dest bixe têkoşînek mezin dide."   
 
'Entegrasyona demokratîk parastina destkeftiyên hemû gelan e'
 
Horiya Şemdîn, anî ziman ku entegrasyon ne teslîmiyet e, parastina deestkeftiyên şoreşê ye û wiha anî ziman: " Entegrasyona demokratîk parastina deestkeftiyên hemû gelan e. Bi taybetî parastina destkeftiyên gelê Kurd e. Ji ber ku êrîşek mezin li ser projeya me heye. Projeya me bandora xwe li gîştî Rojhilata Navîn dike.  Gelek destkeftî hatin bidestxistin û li hemberî wan destkeftiyan êrîşek mezin li ser me çêbû. Pêşxistin û parastina wan destkeftiyan bi pêşengtiya jinan hat kirin. Hewldanên me hene ku em wê projeyê bikin xizmeta gelên Sûriyeyê. Bi hezaran şehîd di wê şoreşê de hatin dayîn, jin bûn pêşengê wê şoreşê emê heya dawî wan nirxên şoreşê biparêzin. Zahmetî hene, lê têkoşîn tê meşandin û cara yekem di nava dewletê de entegrasyonek demokratîk tê meşandin û destkeftiyên şoreşa Rojava parastina wê dewam dike."
 
'YPJ nasnameya her jinekê ye'
 
Horiya Şemdîn, destnîşan kir ku ne qebûlkirina YPJ'ê tê wateya ne qebulkirina hemû nasnameya jinan e û wiha got: " Di nava entegrasyonê de YPJ nehatiye qebûl kirin. YPJ nasnameya her jinekê ye û parastina her jinekê ye. YPJ li hemberî DAÎŞ'ê têkoşînek mezin da meşandin û ew tekoşîn ne tenê ji bo jinên Kurd bû ji bo hemû jinan têkoşîn hat meşandin. Niha kampanya ji bo piştgiriya YPJ'ê hatiye destpêkirin, wekî Meclisa Jinan a PYD'ê jî em cihê xwe tê de digrin. Xebat û çalakî ji bo naskirina YPJ'ê tên kirin. YPJ ne tenê weke arteşek leşkerî em digrin dest, ew di aliyê siyasî û îdeolojîk de jî pêşengên civakê ne û divê bên qebûlkirin. YPJ hemû civakê diparêze û YPJ nasnameya me ye. Kampanya me bê dem e wê her dewam bike heta ku YPJ bê qebûlkirin."
 
'Divê gelê kurd di cihê biryaran de cihê xwe bigre'
 
Horiya Şemdîn anî ziman ku divê di destura nû de em di cihê biryaran de cihê xwe bigrin û wiha bi dawî kir: " Daxwaza me ew e ku êdî şer bê sekinandin e.  Li ser masê li Sûriyeyê wekhewî û edaletek pêk were. Divê em kurd li Sûriyeyê şirîkê wê axê bin û vevparên biriyaran bin ku em parastina gelê xwe bikin. Banga me ye ku ji bo avakirinek Sûriyek demokratîk em projeya yekem bin."