ILO: Stres û mobbînga li cihên kar dibe sedema mirinê
- 13:58 28 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li gorî rapora nû ya Rêxistina Xebitînê ya Navneteweyî (ILO) xeteriyên psîkososyal ên mîna saetên dirêj ên karkirinê, stres, bêewlehî û tundiya li cihên kar, her sal li cîhanê dibe sedema mirina 840 hezar kesî.
ILO ragihand ku xeteriyên psîkososyal ên li cihên kar di asta kûreyî de, veguheriye krîzeke tenduristiyê ya gel. Li gorî rapora ku beriya Roja Tenduristî û Ewlehiyê ya Kar a Cîhanê hatî weşandin, ji ber stres, mobbîng, saetên dirêj ên kar û bêewlehiya kar her sal nêzî 840 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.
Di rapora bi sernavê “Ji aliyê psîkososyal ve cihê xebitînê: Geşedanên kûreyî û rêyên çalakiyê” de, hate diyarkirin ku beşekî mezin ê van mirinan ji ber nexweşiyên dil-damar û nexweşiyên ruhî çêdibin. ILO di raporê de ji daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) jî sûd wergirt.
Di raporê de 5 xeteriyên esas ên girêdayî jiyana kar, derketin pêş: Stresa zêde, saetên pir dirêj ên xebitînê, tacîz û tundî, nebûna hevsengiyê ya ji bo pêşwazîkirina kedê û şert û mercên xebata bêewle.
Di raporê de bang li hikûmet û karsazan hate kirin ku hîn bi rêkûpêktir daneyan kom bikin, hevkariya navbera saziyên tenduristiyê yên kar û sendîkayan xurt bikin û rêveber têkildarî xeteriyên psîkososyal hîn bi hestiyartir tevbigerin.







