Yekîtiya Jinên Ciwan li ser zayendperestiyê panel Ii dar xist

  • 14:52 16 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê li ser zayendperestiyê panelek bi rêxistin kir.
 
Li bajarê Dirbêsiyê Yekîtiya Jinên Ciwan li Akademiya Civaka Demokratîk panelek li ser zayendperestiyê organîze kir û bi dehan jin tev lê bûn. 
 
Piştî deqeya rêzgirtinê, perspektîfek ji aliyê mamoste Gulê Xelîl ve hate xwendin. Her wiha sînevîzyon li ser tundiya li ser jinan hate pêşkêşkirin.
 
Rêveberiya Meclisa Jinan a Yekitiya Rewşenbîran Stêra Eyo li ser zayendperestiyê axivî. Stêra Eyo bal kişand ser rê û rêbazên têkiliyên mêran ên bi jinan re, sedemên zayendperestiyê û dê çawa ev pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo dawî li zayenedperestiyê were Stêrayê got divê jin xwe bi pêş bixin.
 
Di dawiya panelê de beşdarên panelê li ser zayendperestiyê nêrînên xwe anîn ziman û got divê jin ji qeyd û zincîrên zayendperestiyê rizgar bibin, xwe bi rêxistin bikin û hevkariyê bikin.