Li Mersînê li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • 18:04 15 Nîsan 2026
  • Rojane
MERSÎN - Li Mersînê xwendekarekî lîseyê çek li ser hat dîtin. Çek hat desteserkirin û xwendekar hat binçavkirin.
 
Li navçeya Tarsus a Mersînê hat tespîtkirin ku xwendekarek bi çekê hatiye dibistanê. Piştî ku rewş hat ferqkirin rêveberiya dibistan û polîsên dibistanê mudaxale kirin.
 
Rayedaran çeka ji ser xwendekar girtin.  Xwendekar hat binçavkirin û sewqê Midûriyeta Emniyetê hat kirin.