Dê ji bo Zeynep Cansiz şîn bê danîn

  • 12:42 13 Nîsan 2026
  • Rojane
 
ÎZMÎR- Ji bo Zeynep Cansiz a ku jiyana xwe ji dest da dê li Cemxaneya Evka2 ya li Îzmîrê şîn bê danîn.
 
Dayika yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hat qetilkirin Zeynep Cansiz, ji ber nexweşiyê rakiribûn nexweşxaneyê.  Zeynep Cansiz a ku ketibû xwarê û xwîn çûbû ser mêjiyê wê rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr ya Îzmîrê û di 11'ê Nîsanê de hatibû entubekirin. Zeynep Cansiz îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da.
 
Dê cenaze bibin Dêrsimê
 
Cenazeyê Zeynebê birin Saziya Tipê ya Bucayê. Piştî qedandina karê cenaze dê berê êvarê ji bo definkirinê bibin Dêrsimê.
 
Şînê dê li Cemxaneya Evka2 bê danîn
 
Ji bo Zeynep Cansiz, dê li Cemxaneya Evka2 bê danîn.