Li Colemêrgê rê xera bû
- 14:09 12 Nîsan 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Rêya di navbera navenda Colemêrgê û gundên Peyanis û Pirkanisê de xerab bû û bi vê yekê re rêya gelek gundan hatin girtin.
Rêya di navbera navenda Colemêrgê û gundên Peyanis û Pirkanisê de şevê din ji ber barîna zêde xerab bû û bi vê yekê re rêya gelek gundan hatin girtin.
Welatiyan xwestin xebatên çêkirina rêyê dest pê bikin.







