Cendermeyan gaza îsotê avêt gelê Qamişloyê
- 18:25 10 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cendermeyên Tirkiyeyê gaza îsotê avêt ser Gelê Qamişloyê ku li nêzîkî sînorê bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ji bo seyranê derketibûn.
Li Qamişloyê gelê li seranserî sînorê di navbera Qamişlo û bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê ye seyran dikirin, rastî êrîşa gaza îsotê ya cendermeyên Tirkiyeyê hatin. Piştî vê dengê guleyan jî hat bihîstin.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) birîndarî tune ne.







