Fatma Ocalan: Werin em azadiya Rêbertî pêk bînin

  • 16:09 2 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA  - Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan ji bo beşdarbûna mîhrîcan ku sibê li Xelfetîyê bi boneya rojbûna 77’emîn a Ocalan tê lidarxistin, banga beşdarbûnê kir û got, "Bila werin, em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin. Ger em li vir dengê xwe bilind bikin, em ê azad bibin û azadiya Serok misoger bibe."
 
Pîrozbahiyên ji bo rojbûna 77’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji duh ve bi çalakiyên cûrbecûr tê lidarxistin. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê, pîrozbahî îsal, bi dirûşma "Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêberekî Azad re", dê ji sibê dest pê bikin û du rojan bi bernameyan li Xelfetîyê bidomin. Beriya bernameya Xelfetîyê ku sibê dest pê dike û meşa ber bi cihê jidayikbûna Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de, xwişka wî Fatma Ocalan bangek kir.
 
'Eger em dengê xwe bilind bikin, azadiya Serok dê misoger bibe'
 
Fatma Ocalan got ku pîrozbahiyên rojbûna îsal divê bibin fersendek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan. Fatma Ocalan ji bo beşdarbûna Mîhrîcan Amara ya pêşerojê ev bang kir: "Ez pir dixwazim ku ew werin û li vir pîroz bikin. Serok dê ji vê yekê jî kêfxweş bibe. Em dixwazin wan li vir pişwaziya mêvanên bên bikin, gelek kes werin. Her kes bixêr bê vêderê. Bila werin, em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin. Ger em li vir dengê xwe bilind bikin, em ê jî azad bibin û azadiya Serok dê misoger bibe."