Dîlan Kunt Ayan: Divê qanûn bi lez bikevin jiyanê
- 09:03 30 Adar 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku divê di pêvajoyê de qanûn bi lez bikevin jiyanê û der barê qanûnên vegerê û Îmraliyê de jî wiha got: “Heta statuya avahiyê tunebe ew avahî bi qanûnan nekeve bin ewlehiyê û neyê pênasekirin ha Girtîgeha Îmraliyê ha ew avahî. Hewce bi statuyekê heye.”
Pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ didome û li qadên Newrozê banga gavên qanûnî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meclîsê hat kirin. DEM Partiyê da zanîn ku di vê çarçoveyê de xebatên qanûnî hema hema qedandine û tevî ku dewletê piştî cejnê nîşan da jî, vê carê ji bo sererastkirinên qanûnî mehên Hezîran-Tîrmehê nîşan da. Geşedanên li herêmê hewcedariyek lez datîne holê û di navbera Rêberê Gelê Kurd û heyeta Îmraliyê de jî di 27’ê Adarê de hevdîtineke 5 saetî pêk hat.
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Aydan der barê gavên qanûnî de nirxandin kir.
‘Me wek DEM Partiyê xebata xwe temam kir’
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku xebatên di çarçoveya pêvajoyê de heta niha hatine kirin bi nirx in û desthilatdarî her carê bi nêzîkatiya taloqkirinê nêz bûye. Dîlan Kunt Ayan wiha got: “Me di Newrozê de hîs kir ku daxwazên gel ên aşkera hene. Em daxwazên ku divê demildest qanûn bikevin jiyanê, dibînin. Bi mîlyonan kesî li qadan azadî û demokrasî anîn ziman. Bêguman bendewariyên me ji meclîsê hene. Ev çine? Divê ev bi çend sernavan neyê fêmkirin. Bi berfirehî û giştî; ji mafê definkirinê bigirin heta windayan, ji TCK’ê heta TMK’ê û qanûna înfazê. Ji bo hiqûqeke gel bê avakirin me mesayiyek mezin kir. Em dikarin bêjin ku DEM Partiyê xebatên xwe temam kirine.”
Di xebatên qanûnê de çi hene ?
Dîlan Kunt Ayan got beriya van xebatan bibin komîsyona îhtîsas a meclîsê, hevkariya bi partiyên siyasî re girîng e û ji bo vê jî wiha got: “Hewce bi lezbûnê heye. Ji ber her partî divê nêrîna xwe bêje, guherînên di qanûnê de bînin nokteyekê û piştre pêşnûmeyek hepvar derkeve holê û bê komîsyona îhtîsasê. Em li ser çi xebitî ? Bêguman Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re heye. Ya duyemîn Qanûna Înfazê heye. Ji bo biryarên DDB û DMME’yê pêk bê xebatên me hene. Mafê definkirinê, pênasekirina welatibûnê ya di destûra bingehîn de û gelek sernavên din. Di van mijarana de û gelekên din de xebatên me hene.”
‘Qanûna taybet divê di bin serokatiya Birêz Ocalan de bi PKK’ê re nîqaş bike’
Dîlan Kunt Ayan wiha berdewam kir: “Dema em mijara ‘qanûna taybet’ nîqaş dikin, em dibêjin ku di vê nokteyê de divê muxatabên esas Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK bi xwe vê nîqaşê bikin. Di alî naverok, çarçove û usulê de divê bi Birêz Ocalan û rêxistina wê re hevdîtin bê kirin. Ji ber yên ji vê qanûnê fêdeyê bigirin ew in. Qanûna em wek qanûnên vegerê bi nav dikin, muxatabên wan ew in û encax di bin serokatiya Birêz Ocalan de û endamên rêxistinên wê de divê bê kirin.”
‘Dema qanûn tunebe banga vegerê bê wate ye’
Dîlan Kunt Ayan di berdewamiyê de anî ziman ku yek ji mijareke din ya girîng gotinên ‘bila pêvajoya berdana çekan temam bibe piştre’ ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo ev qanûn bên derxistin behsa tescîl û tespîtan dikin. Di meha Tîrmehê de şewitandina çekan îfadekirina îradeyê ya zelal e. Divê ev daxuyaniyek ji rêzê neyê dîtin. Yek ji mijara din, vegera, endamên rêxistinê yên çek berdane ye û ev tê wateya ji 314 û 302’an tên darizandinê ne. Ger em behsa çareseriyekê bikin, divê sererastkirin bên kirin. Divê endamên rêxistinê bên û piştî entegrasyona di vir de di siyaseta demokratîk de mayînde bibin. Lê hîna qanûnek tuneye. Dema qanûneke tunebe hatina endamên rêxistinê jî, banga vegerê li wan kirin ne di cih de ye.”
‘Ya girîng ne hebûna avahiyê ye statuya wê ye’
Dîlan Kunt Ayan der barê nîqaşên ku avahiyeke li Îmraliyê de jî axivî û wiha pê de çû: “Ya girîng statuya ku cih digire ye. Heta ku statuya avahiyê tunebe, heta ku ew avahî bi qanûnan nekeve bin ewlehiyê û neyê pênasekirin navê wê ha Girtîgeha Îmraliyê ha avahî ye. Tenê di alî fîzîkî de dikare teşe biguhere. Di vî alî de heta statu tunebe hebûna avahiyê jî ne girîng e. Em vê her carê dibêjin. Mafê hêviyê û statu ne heman tişt e. Mafê hêviyê di serî de Birêz Ocalan û bi hezaran girtiyî bandor dike. Divê ev wisa bê dîtin. Ev ji xwe ferz e. Lê statu tiştekî din e. Birêz Ocalan muxatabê pêvajoyê ye. Divê demildest bê dayîn û Abdullah Ocalan bi awayekî azad û şert û mercên baş de bixebite. Ji ber vê em dibêjin ku destûreke bingehîn ya nû hewcedarî ye.”







