Pakistanê li Kabûlê komkujî kir: Herî kêm 400 kes mirin

  • 11:56 17 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hewayî ya Pakistanê de ya li ser navendeke tedawiya madeyên hişbir a li Kabûlê herî kêm 400 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn. Rêveberiya Efgan êriş weke 'kiryareke li dijî mirovahiyê' pênase kir.
 
Alîkarê Berdevkê Hikumeta Efganistanê Hamdûllah Fitrat li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û ragihand ku roja Duşemê bi dema herêmî saet di 21:00 de êrişeke hewayî li ser Nexweşxaneya Tedawiya Madeyên Hişbir a Omid a li Kabûlê hate kirin.
 
Hate ragihandin ku di êrişê de beşeke mezin a nexweşxaneyê hilweşiya ku cihê 2 hezar kesî lê hebû û herî kêm 400 kesî jiyana xwe ji dest dan, nêzî 250 kes jî birîndar bûn. Rayedar dibêjin, hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.
 
Li gorî agahiyan di dema êrişê de nêzî 3 hezar nexweş li navenda tenduristiyê bûn.
 
Berdevkê hikumeta Efgan êriş weke kiryareke li dijî mirovahiyê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kirin.
 
Rayedaran diyar kirin ku li navenda bû hedefa êrişê sivîl hebûn û dihatin dermankirin.
 
Şahidan gotin, piştî bombardûmanê agir bi qadê ket û gelek cenaze ji binê enqazê hatin derxistin.
 
Hikumeta Pakistanê jî îdîa kir ku êriş li ser "hedefên leşkerî û terorîstî" hatiye kirin.