Li Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
- 12:07 17 Adar 2026
- Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê, bi hezaran kesan Cejna Newrozê pîroz kirin û gotin ku ew temsîla azadî, berxwedan û têkoşîna jiyanê ye û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir silav kirin û peyama piştgiriyê şandin.
Bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê", bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Seyit Riza ya Dêrsimê bûn. Berî pîrozbahiya Newrozê, bi hezaran kes li Kolana Sanatê kom bûn. Li vir, bi hezaran kesan govend gerandin. Gel ber bi Qada Seyid Riza ve meşiya û dirûşma "Bijî Newroz" berz kir. Girseya ku her saetek derbas dibû mezintir dibû, bi çepik û tilîliyan ket qadê.
Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
'Newroz berxwedan e'
Hevşaredara Şaredariya Dêrsimê, Bîrsen Orhan ku dewsa wê qeyûm hatiye tayînkirin pêşî axivî û diyar kir ku rihê berxwedana Cejna Newrozê di berxwedana Dêrsimê de heye û got, "Newroz pîroz be. Berxwedana Cejna Newrozê, qet bi dawî nebûye û dê qet bi dawî nebe. Bizanin ku Cejna Newrozê berxwedan e, Dêrsim berxwedan e."
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu tekez kir ku ew bi têkoşîna hebûnê ya ku bindest li dijî zilma zaliman didin pêşve diçin û Cejna Newrozê li gelê Dêrsimê pîroz kir. Ayten Kordu got, "Newroz dîrok e. Dêrsim dîrokeke kevnar e. Têkoşîna me bi rastiya dayikên me yên ku serê sibê rûyê xwe ber bi rojê ve dizivirandin, berdewam dike."
Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, tekez kir ku Kurd bi salan e li dijî her cûre astengî û komkujiyan şer dikin û li ber xwe didin û got, "Hezar silav ji hevalên me yên di rêya têkoşînê de girtî, ji Figen Yuksekdag, Leyla Güven, Ayşe Gokhan, Selahattin Demirtaş û ji Birêz Ocalan, mîmarê aştiyê û xwediyê banga 27'ê Sibatê re. Me bi coşa 8'ê Adarê pêşwaziya Cejna Newrozê kir."
Piştî axaftinan, agirê Newrozê, bi pêşengiya jinan, hate pêxistin. Piştre, gel bi stranan govend gerand.







