TJA'yê derbarê kuştina Yanar Muhamed de daxuyanî da
- 12:06 3 Adar 2026
- Rojane
AMED - TJA'yê bertek nîşanî kuştina seroka Rêxistina Rizgariya Jinên Iraqê (OWFI) Yanar Muhammed di 2'ê Adarê de ya li Bexdayê da û diyar kir ku ev êrîş taktîkek çavtirsandinê ya plankirî bû li dijî têkoşîna rêxistinkirî ya ji bo azadiya jinan di hefteya 8'ê Adarê de ye.
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kuştina endama damezrîner û seroka Rêxistina Rizgariya Jinên Iraqê (OWFI) Yanar Muhammed, di 2'ê Adarê de li Bexdayê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniyê bal kişand ser dema kuştinê û tekez kir ku ev êrîşa ku di hefteya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatiye kirin, ne tesaduf bû. TJA diyar kir ku ev êrîşa ku di demekê de hatiye kirin ku jin berxwedan û daxwazên xwe yên dîrokî yên ji bo azadiyê nîşan didin, taktîkek çavtirsandinê ya bi zanebûn li dijî hebûna kolektîf û siyasî ya jinan e.
Di daxuyaniyê de, ku tê de hat xwestin bila sûcdar û kesên li pişt êrîşê werin darizandin dinde wiha hat gotin, "Têkoşîna Yanar Muhammed dê bêencam nemîne. Her êrîşek li dijî jinan dê bi îradeyek hîn xurttir a rêxistinbûnê re rû bi rû bimîne."
Daxuyanî bi sersaxiyê ji malbat, hezkiriyên Yanar Muhammed û parêzvanên azadiya jinan, bi taybetî ji OWFI, bi dawî bû.







