Ji Şaredariya Artemêtê destûra regl û betlaneya Newrozê
- 12:27 24 Sibat 2026
- Rojane
WAN - Şaredariya Artemêtê, di Peymana Kar a Kolektîf de ku bi Tum Bel-Senê re îmze kir, mafê destûra regilê da karkerên jin û biryar da ku vakslêdanên HPV-ê bêpere bidin. Şaredariyê her wiha 21'ê Adarê, Roja Cejna Newrozê, wekî betlaneya giştî ragihand.
D navbera Şaredariya Artemêtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û sendîkaya Tum Bel-Sen peyman hate îmzekirin. Di merasîma îmzekirinê de ku Hevşaredar Rabia Başak Koç û Cemil Komi beşdar bûn, Serokê Şaxa Wanê yê Tum Bel-Sen Ekrem Pala jî beşdar bû.
Peyman gelek xalên der barê şert û mercên aborî yên karkeran, her wiha wekheviya zayendî, têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan û mafê bikaranîna zimanê dayikê dihewîne. Herwiha li gorî peymanê dê ji bo jinên xebatkar destûra reg bê dayîn û bi giştî jî dê 21'ê Adarê wekî cejn betlane bê ragihandin. Herwiha wê Vakslêdanên HPV jî ji aliyê şaredariyê ve bên dabinkirin ji bo jinên ku bixwazin.







