Bi 8'ê Adarê Civaka Azad û Demokratîk (2)
- 09:08 21 Sibat 2026
- Dosya
Li DYA’yê têkoşîna hevpar a jinan: Beden, ked, aştî
Dîlan Babat
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji qedexeya kurtajê heta polîtîkayên çekan, ji keda lênerînê heta pêkanînên dijberiya penaberan jinên DYA’yê ji bo destkeftiyên xwe şûnde bigirin daketin kolanan.
8’ê Adarê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di salên dawî de bi taybet li ser polîtîkayên li ser bedena jinan û mafên esas ji nû ve wateya polîtîk bidest xist. Bi xespkirina mafê kurtajê re jin, daketin kolanan. Li DYA’yê têkoşîna jinan li dijî tundiya mêr, nîjadperestî, pêkanînên li dijî penaberan, binpêkirina kedê, polîtîkayên mîlîtarîst bi teşe bû. Têkoşîn tenê bi daxwaza wekheviyê sînor nema, di esasa mafê beden, xizmeta tenduristiyê, dîtina keda jinê, aştî û mafê jiyanê de kûr bû.
Di vê beşa dosya xwe de me jinên Amerîkayên ku bi kîjan daxwazan daketin kolanan berhev kir.
Mafê Kurtajê: Bedena min, biryara min
Li DYA’yê di navenda çalakiyên jinan de mafê kurtajê cih girt. Di asta federal de piştî ewlehiya destura bingehîn ji holê hat rakirin şûnde li gelek eyaletan, kurtaj bi fîlî hat qedexekirin an jî bi astengiyên mezin re hat rû hev. Jinan bi taybet li Teksas, Florîda, Alabama û Tennessee li dijî qedexeyên kurtajê proestoyên girseyî pêk hatin. Rêxistinên jinan, diyar kirin ku qedexeyên kurtajê jinan berbi riyên bêrewle, mirin û derqanûnî ve dibe. Hat diyarkirin ku ev ji bo jinên reşîk, penaber û xizan encamên hîn girantir derdixe holê. Jinan diyar kirin ku mafê kurtajê, ne ‘ahlaq’, raste rast mafê jiyan û tenduristiyê ye. Jin bi dirûşmeyên ‘May body, my choîce’ (Beden amin, biryara min) ji kolanan xwe nekişandin.
Tundiya mêr polîtîkayên çekan
Yek ji sernavê ku jin li DYA’yê li dijî wê derketin kolanan tundiya mêr û polîtîkaya çekgirtinê bû. Jinan diyar kirin ku li dijî tundiya nav malê, qetilkirina jinan û êrîşên çekdarî yên girseyî dewlet mekanîzmayên parastinê nafirîne. Rêxistinên jinan diyar kirin ku sistbûna qanûnên çekan jiyana jinan tehdîd dike û li dijî gotina ‘azadiya çekan’ mafê jiyanê parastin. Jinên mexdurên tundiyê diyar kirin ku pergala edaletê gumanbaran diparêze, biryarên parastinê qels dimîne. Jinan gotin ew dixwazin li kolanê bi ewle bijîn û tundiya mêr xistin rojeva xwe.
Jin li dijî xizaniyê rabûn ser piyan
Li DYA’yê çalakiyên jinan di esasa ked û krîza xizmetê de giran bûn. Jinên di sektora tenduristî, perwerde, xizmet û lênerînê de dixebitîn, li dijî xebata bê ewle, heqdestê kêm û bêsendîkabûyînê grev û protesto rêxistin kirin. Jinan diyar kirin ku keda lênerînê bi awayekî sîstematîk nayê dîtin, barê lênerîna zarok, kal-pîr û nexweşan li ser jinan hatiye barkirin. Jinên bi tena serê xwe zarokên xwe mezin dikin û jinên penaber diyar kirin ku, jiyana di bin sînorê xizaniyê de li wan tê ferzkirin. Jin li dijî feraseta polîtîka neolîberal a civakî serî hildan û gotin ‘keda lênerîn û xizmetê berpirsyariyek cemaweriye.”
Jinên reşik û penaber: Li dijî nîjadpersetî û tundiya polîs têkoşîn
Yek ji lingê girîng a têkoşîna jinan a li DYA’yê berxwedana jinên reşik û penaber bû. Di rojevên esas ya çalakiya jinan de tundiya polîsan, pêkanînên nîjadperest û polîtîkayên sînor cih girtin. Jinên reşik, bi daxwaza edaletê ya ji bo jinên di bin tundiya polîtîkan de jiyana xwe ji dest dane meş pêk anîn. Jinên penaber li dijî tehdîda dersînorkirinê, pêkanînên xerab yên li navendên binçavkirinê û parçekirina malbatan deng bilind kirin. Her wiha jinan daxuyakirin ku polîtîkayên koçberiyê ne ‘ewlehiye’, tundiyeke dewletê ya aşkeraye û gotin sînor ji ser bedenên jinan veguherîne mekanîzmayên kontrolê yên hatine avakirinê ne.
Li dijî polîtîka şer banga aştiyê ya jinan
Li DYA’yê jinan, di sala dawî de di çalakiyên li dijî şer û mîlîtarîzmê de cih girtin. Jinan bertek nîşanê êrîşên li hember Xezayê, mudaxaleyên leşkerî yên polîtîka derve ya DYA’yê dan. Jinan daxuyakirin ku butçeya ji şer re tê veqetandin ji xizmetên tenduristî, perwerde û civakî tê birîn.
Şûnde gavê navêjin
Li DYA’yê jin daketin kolanan û bi aşkera ev danîn holê: Mafên hatine bidestxistin ne mayîn de ne û divê her roj bên parastin. Her wiha jinan li dijî ji kurtajê bigirin heta kedê, ji şer bigirin heta tundiyê têkoşîna xwe mezin kirin. Berbi 8’ê Adarê li DYA’yê jinan daxwaza wekhevî, perwerde, jiyaneke azad û aştiyane bilind kirin. Jin xwedî li beden, jiyan û pêşeroja xwe derdikevin.








