Jin li Bogotayê civiyan
- 13:36 13 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku ji erdnigariyên cuda tevlî konferansê bûne, diyar kirin ku ew ji bo parvekirina ezmûnên xwe, parastina ax, nasname, hebûn û avakirina sîsetema gel bi awayekî kolektîf hatine cem hev.
Li paytexta Kolombiyayê Bogotayê jin ji bo konferansek mezin li hev kom bûn. Dirûşma konferansê "Em ê her weke gulan vebin ji ber ku şer nikare kokên me tune bike" bû. Di konferansê de biryardariya avakirina xeteke hevpar a têkoşîna li dijî mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê hat nîşandan.
Zêdetirî 400 delegeyên ji Abya Yala û Kurdistanê beşdar bûn. Roja yekem li ser mijarên wekî parastina axê, berxwedana jinan û têkoşîna li dijî tundûtûjiyê sekinî.
Di roja duyemîn de dê atolyeyên li ser perwerde, tenduristî, xweparastin û rêxistinbûnê werin lidarxistin. Jinan ezmûnên xwe parve kirin û girîngiya têkoşîna kolektîf anîn ziman.
Jinên ji welatên cuda tecrûbeyên gel û rêxistinên xwe parve kirin, berxwedana xwe ya berhevkirî anîn ziman û di heman demê de armanca tevlîbûna vê konferansa dîrokî parve kirin.







