Gav bi gav komploya sedsalê

  • 09:07 11 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat evandin û radestê Tirkiyeyê hat kirin û bi vê re komploya navneteweyî bi encam bû. Komplo bi tevlibûna dewletên wek Tirkiye, DYA, NATO, Israîl û hinek welatên Ewropayê ket jiyanê.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji patexta Naîrobî ya Kenyayê hat revandin û radestê Tirkiyeyê hat kirin. Di ser komploya navneteweyî de 27 sal derbas bû. Pêvajoya komployê ji îlona 1998’an bi tehdîdê Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê dest pê kir û bi tevlibûna NATO, DYA û aktorên herêmî pir alî gav bi gav pêk hat.
 
Ji ser sînor Sûriye hat tehdîdkirin
 
Pêvajoya komployê bi zextên leşkerî û dîplomatîk ya ji ser serok dewletê Sûriyeyê yê demî Hafis Esad ket dewrê. Fermandarê Hêzên Bejayî yê Demî Atîlla Ateş di 16’ê îlona 1998’an de dema li navçeya Reyhanli ye Hatayê yekîneyên sînor kontrol dikir dxuyanî da û Sûriye ji ser Abdullah Ocalan ve bi aşkera tehdîd kir û got: “Tirkiye di vê mijarê de hatiye dawiya niyeta baş a nîşan daye. Sebra me nemaye.”
 
Piştî vê daxuyaniyê serokmarê demî Suleyman Demîrel jî tehdîdên bi vî rengî kir û di axaftina meclîsê ya 1’ê Cotmeha 1998’an de, Sûriye bi piştgiriya PKK’ê sûcdar kir û got: “Em mafê xwe yê mukabeleya li hember veşartî digirin.”
 
Pêvajoya NATO’yê di dewrê de ye
 
Tirkiyeyê hebûna Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê sedema şer îlan kir û li xeta sînor leşker bicihkirin. Di encama zexta navneteweyî de Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û derbasî Yewnanîstanê bû. Lê Yewnanîstanê endamtiya NATO’yê hincet nÎşan da û hebûn Abdullah Ocalan a li welat qebûl nekir. Ji Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Yewnan Savvas Kalenderîdîs, di 2013’yan de di raportejeke xwe de da zanîn ku NATO di pêvajoyê de rolek mezin lîstiye û peyama "Yewnanîstan wek welatekî NATO’yê we li welat nahewîne" ji Abdullah Ocalan re şandiye.
 
Zexta DYA’yê: Radestê Tirkiyeyê bikin
 
Abdullah Ocalan ku neçar ma ji Yewnanîstanê veqete, bi vexwendiya Duma Rûsyayê di 10’ê cotmeha 1998’an de çû Moskovayê. Lê li Sûriyeyê daxwaza îltîcayê nehat qebûlkirin. Di encama zextên Tirkiyeyê de Abdullah Ocalan di 12’yê Mijdara 1998’an de çû Îtalyayê û ewil hikûmeta Îtalyayê erênî nêz bû. Lê DYA ket dewrê û ev helwest guherî. Serokê DYA’yê yê demî Bîll Clînton li serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D’Alema geriya û banga "Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê bikin" kir.
 
Rûsya, Kirgizîstan û Yewnanîstan
 
Abdullah Ocalan 66 roj şûnde neçar ma ji Îtalyayê veqete û di 16’ê Çileyê 1999’an de ji nû ve şandin Rûsyayê. Lê serokwezîrê Rûsyayê Prîmakov peyama divê sê rojan de ji welat derkeve şand ji Abdullah Ocalan re. Piştî vê Abdullah Ocalan, beriya serdana wezîrê karê derve yê DYA’yê Madeleîne Albrîght ya Moskovayê, bi zor bi balafira kargoyê birin paytexta Bîşkek a Kirgizîstanê. 8 rojan li gundekî hat girtin û têkiliya wî bi cîhanê re hat birîn. Abdullah Ocalan di 29’ê Çile de dîsa birin Atînayê. Li vir îstîxbarata Yewnan ket dewrê û bi ser mala ku Abdullah Ocalan lê dima de girtin.
 
Bazarê enerjiyê
 
Di wê pêvajoyê de di 30’ê Çileyê 1999’an de li Davosê Foruma Aboriyê ya Cîhanê hebû û derket holê ku di forumê de di hevdîtinên navbera  şîrketên petrolê yên Rûsya û DYA’yê de rewşa Abdullah Ocalan kirine mijara bazarên enerjiyê.
 
Talîmata DYA’yê
 
Di 1’ê Sibata 1999’an de Sefîrê Aatînayê yê DYA’yê Nîcholas Burns  ji Yewnanîstanê xwest ku Abdullah Ocalan ji welat bê derxistin. Heman rojê Savvas Kalenderîdîs, soz da Abdullah Ocalan ku wî bibin Başurê Afrîkayê. Lê ev plan parçeyek operasyona revandinê ya ji Kenyayê bû.
 
Li şûna Afrîkayê Kenya
 
Abdullah Ocalan ji Girava Korfu hat girtin û qaşo dibirin Afrîkayê, balafir guhertin û birin Kenyayê. Piştre di daxuyaniyê hatin dayîn de hat gotin ku ji bo dem bê qezenckirin ev hatibû plankirin.
 
Li Naîrobî civînên hevdem
 
Di rojên ku Abdullah Ocalan li Kenyayê bû, li Naîrobî rayedarên Yewnan û Kenyayê hevîtin kirin, li Enqereyê jî civînên ku nûnerên Israîl, DYA û Tirkiyeyê tevlibûn pêk hatin. Di hevdîtinên ku îstîxbarata CIA, MÎT û Israîlê tevlibûn de  hat plankirin ku Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê bê kirin.
 
Zexta wê ‘şev ji bo we ne baş be’
 
Di şeva 14’ê Sibatê ku diket 15’ê Sibatê de ji bo Abdullah Ocalan bê derxistin tehîd hatin kirin. Îstîxbarata Kenyayê û rayedarên Yewnanîstanê, bi gotinên "Wê şev ji bo we ne başe" zext kirin. Di encama sozên sexte de Abdullah Ocalan ji seferatxaneyê hat derxistin.
 
15’ê Sibatê: Revandin û radestkirin
 
Abdullah Ocalan sibeha 15’ê Sibata 1999’an de ji avahiya seferatxaneya Yewnanîstan a Kenyayê bi zor hat derxistin, hêzên ewlehiya Kenyayê girti. Heman rojê bi balafireke taybet birin Tirkiyeyê û xistin girtîgeha Îmraliyê. Serokwezîrê demî Bulent Ecevît di 16’ê daxuyan ku teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin.
 
Tevî tecrîdê fîkrên wî sînor bezandin
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî birin Îmraliyê tevî tecrîda giran û îzolaysonê berxwedana polîtîk meşand. Abdullah Ocalan di şertên tecrîdê de bi parastinên pêş xist ji bo gelên Rojhilata Navîn paradîgmaya demokratîk a nû danî holê. Abdullah Ocalan tevî tecrîdê  li şûna şer aştî, li şûna înkarê jiyan, li şûna netew-dewletê netewa demokratîk danî holê. Ev perspektîfa ku azadiya jinê dike navenda xwe, di serî de ji bo jinên Kurd ji bo hemû gelên herêmê rolek mezin lîst.