Malbatên Kurd yên li Helebê hedef tên girtin

  • 21:30 8 Sibat 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Çeteyan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di bin gefa çekê de maleke Kurd talan kirin, tiştên malê û pere dizîn.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê li taxa Şêxmeqsûdê bûyerên dizî, talankirin û şêlandinê zêde bûne. Şahidan diyar kirin ku di serdegirtina malan de alav û pereyên welatiyan tê desterserkirin û koçberî tê ferzkirin.
 
 Li gorî agahiyan, çekdarên tê texmînkirin girêdayî komên hikûmeta demkî ya Şamê ne avêtin ser maleke Kurd ya ji 5 kesan pêk tê, di bin gefa çekê de tiştên malê li pêş çavê xwediyê malê talan kirine û telefon û 250 hezar lîreya Sûriyeyê dizîn.
 
Hêjayî bibîr xistinê ye bûyerên dizîn, talankirin û şêlandina sîstematîk li dijî malbatên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de pêk tên. Ev sûc piştî êrişa dijwar ên li dijî her du taxan di 6ˊê Çileya borî de, pêkanîna komkujî û wêrankirina mal-milkan û binesaziyan pêk tê.