Li Danimarkayê mitînga ji bo Rojava

  • 19:17 8 Sibat 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Kurdistanî û komên piştevaniyê yên li bajarê Aarhus ê Danimarkayê, bi daxwaza naskirina statuya Rojava daketin qadan.
 
Kurdistanî û dostên wan ên ku li Danîmarkayê çalakiyên xwe didomînin, îro di saet 13:00’an de li Qada Store Torvê li hev kom bûn û mitîngê li dar xistin.
 
Di mitîngê de dirûşmeyên,  “Bijî YPJ-YPG”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Statu ji bo Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û serokê rêveberiya demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şara (Colanî) hat protestokirin.
 
Parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê (SF) Chalote Bromen jî tevlî çalakiyê bû.Chalote Bromen di axaftina xwe de diyar kir ku Parlamentoya Danîmarkayê piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd û daxwaza statuyê ya Rojava.
 
Kurdistanî û dostên wan ên li Aarhusê dijîn, diyar kirin ku ew ê ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya demokratîk çalakiyên xwe bidomînin.