‘Demildest astengiyên pêşiya alîkariyan rakin’

  • 20:54 30 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajêr a Amedê têkildarî 15 TIRên ku alîkariyê ji bo Kobanê şandibûn li navçeya Pirsûsê hatine sekinandin daxuyanî da û got, “ Demildest bila astengiyên li pêşiya piştgiriya Kobanê bên rakirin.”
 
Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajêr a Amedê ji bo hewcedariyên jiyanî yên Kobanê, 15 TIRên ji pêdiviyên jiyanî pêk tê ji Kobanê re şand. TIRên ji Amedê bi rê ketine li sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin sekinandin. Platformê jî daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de bang li rayedaran kirin ku demildest astengiyên pêşî piştgiriya bi Kobanê bê rakirin.
 
Daxuyaniya ku hate belavkirin bi vî rengî ye: “Îro wekî Platforma Parastin û Piştgiriya Bajarê Amedê, di çarçoveya kampanyaya alîkariya mirovî ya lezgîn a ku me du roj berê dabû destpêkirin de, me karwanekî alîkariyê ya ji 25 TIRan pêk tê ku piraniya wê ava vexwarinê ye û tê de pêçeka zarokan, şîr, betaniye û kelûpelên jiyanî yên bingehîn hene, ji bo ku bigihînin Deriyê Sînor ê Mûrşîdpinarê, ji Amedê bi rê xist.
 
Ev karwanê alîkariyê li gorî lîsteya pêdiviyên lezgîn ên ji herêmê ji me re hatibû ragihandin û bi temamî bi armancên mirovî hatibû amadekirin, li têketina Pirsûsê bi hinceta biryara parêzgariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat sekinandin û destûr nehat dayîn ku derbasî deriyê sînor bibe.Astengkirina TIRên alîkariya mirovî ku kelûpelên jiyanî vediguhêzin, hem di warê hiqûqa mirovî de û hem jî di warê berpirsyariya wijdanî de rewşeke nayê qebûlkirin e. Danîna bendan a bi biryarên îdarî li pêşiya vê hewldana alîkariyê ya ku rêxistinên civaka sivîl bi refleksa piştevaniyê organîze kirine, drama mirovî ya ku li herêmê tê jiyîn hêj girantir dike.
 
Endamên Desteya Rêveber a Platforma Parastin û Piştgiriya Bajar û parlamenterên me, ji bo rakirina vê astengkirinê li cem saziyên rayedar dest bi hevdîtinên lezgîn kirine. Di pêvajoyeke ku av, xwarin û pêdiviyên bingehîn bigihêje Kobanê mixabin niha karwanê alîkariyê li tesîseke nêzî têketina bê sebep li Pirsûsê tê rawestandin û ev alîkarî nayên gihandin.Em bang li rayedaran dikin ku demildest van astengên li pêşiya alîkariyên mirovî rakin û bang li raya giştî dikin ku xwedî li vê berpirsyariya wijdanî derkevin û piştevaniyê mezin bikin.”