Li Efrînê 3 jin hatin qetilkirin

  • 23:19 30 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çekdarên nenas li gundewarê Efrînê, bi awayekî bêserûber gule berdan erebeyeke welatiyan, 3 jin di cih de hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.
 
Çekdarên nenas li ser motorsiklêtê siwar bûbûn, li gundê Meryemînê yê bajarê Şera yê girêdayî Efrîna dagirkirî, gule li erebeyeke welatiyan reşand, di cih de 3 jin hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. Navên jinên hatine qetilkirin wina ne; Raniya Hacî Hesen, Eze Fîras Hacî Hesen û Fatme Betayhî.
 
Ev sûc, di demeke de pêk tên ku rewşa aloz û tevliheviya ewlehî li herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayê Tirkiyeyê de berdewam e.