Bi sed hezaran kes li Silêmanî ji bo Rojava meşiyan

  • 19:18 30 Çile 2026
  • Rojane
SILÊMANÎ - Bi sed hezaran welatiyên li Silêmaniyê daketin kolanan, ji bo piştgiriya bi berxwedana gelê Rojava re meşeke girseyî û heybet lidar xistin.
 
Xwepêşandana bi sed hezarana ku ji saetên nîvro ve ji rewşenbîr, hunermend, mamosteyên olî, jin, ciwan, pîr û zarok têde cihê xwe girtin ya li Silêmaniyê hatibû destpêkirin, berî çend kêliyan bi dirûşmên dilsoziya bi Rojava re dawî bû.Di meşê de alên YPG, YPJ, ala Herêma Kurdistanê, peykerê Kezî, hildan û bal kişandin ser yekîtiya netewî. Her wiha bê navber dirûşmên ‘Yeke Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ qîrkirin.
 
Dîsa bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi yek dengî qad hejand. Di dewama çalakiyê de siûdên netewî, şano û konsertek hate pêşkêşkirin. Her wiha di çalakiyê de hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê jî amade bûn û hunera xwe pêşkêş kirin.
 
Piştî van çalakiyan meş ber bi Kolana Salim ve bi heybet destpê kir. Ew kêlî hêjayî dîtinê bûn. Ji her beşe civakê jin, zarok, ciwan û kal bal dikişandin ser xwe.
 
Meş bi dirûşm û sirûdên netewî û bangên yekgirtin û yekîtiyê dawî bû.