Konvoya alîkariyê ya ji bo Kobanê derket ser rê
- 12:15 30 Çile 2026
- Rojane
AMED - 25 kamyonên alîkariyê, ku ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê ve hatine berhevkirin ber bi Pirsûsê ve ker ser rê.
25 kamyonên alîkariyê, ku ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê ve hatine berhevkirin ber bi Pirsûsê ve ker ser rê.
25 kamyonên alîkariyê
Mahsum Çiya Korkmaz, Hevberdevkê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, li Navenda Fuar û Kongreyê ya TUYAP'ê, ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun û nûnerên rêxistinên civaka sivîl lê amade bûn, axivî û tekez kir ku zarok, jin û kal û pîrên li Rojava di warê gihîştina pêdiviyên bingehîn de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û got: "Di roja duyemîn a kampanyaya me de, me 25 kamyonên alîkariyê amade kirine. Ev alîkarî ji vir derdikevin da ku ji bo mirovên ku li Kobanî ji bo jiyanê têdikoşin werin şandin."
Piştî daxuyaniyê, kamyonên alîkariyê ber bi Pirsûsê ve çûn.







