Sîdra Mamo: Li agirbestê nayê guhdarkirin, êriş didomin
- 09:23 30 Çile 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
RIHA-Rojnamevan Sîdra Mamo li ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku agirbest pêk nayê û wiha got, "Li Hesekê, ku di bin kontrola YPJ û QSD'ê de ye, aramî heye, lê êrîş li Til Temirê berdewam dike."
Êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê tevî gelek agirbestan jî dewam dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel tevî gelek zehmetiyan berxwedaneke mezin nîşan dide. Yek ji wan cihên ku êrîş lê hatin kirin jî Hesekê ye.
Rojnameger Sîdra Mamo têkildarî rewşa dawî ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Çete dixwazin di navbera gelê Ereb û Kurd de tevliheviyê çêbikin’
Sîdra Mamo pêşî li ser rewşa li Hesekê agahî da. Sidra Mamo got, "Li Hesekê, kontrol di destê hêzên YPJ û QSD'ê de ye. Li vir, gel bi şev û roj li kêleka YPJ û QSD'ê şer dike da ku bajar biparêze. Em dizanin ku hin çeteyên DAIŞ'ê dixwazin di navbera gelê Ereb û Kurd de tevliheviyê çêbikin. Lêbelê, tevî vê yekê, gel pir hişyar e û nakevin van xefikan. Her kes çekdar e û hewl dide ku bajarê xwe biparêze. Ez jî pêşketinên li Hesekê dişopînim. Niha li vir aramiyek heye. Welatiyan ji ber xetera çeteyan malên xwe terikandin, lê niha vedigerin. Gel xwe ewle hîs dike ji ber ku ew dizanin ku kontrol di destê hêzên YPJ û QSD'ê de ye."
‘Êrîşên li ser Til Temir û gundên wê dewam dikin’
Sîdra Mamo agahî parve kir ku êrîşên li ser Til Temir û gundên wê berdewam dikin û got: “Lêbelê, êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li Til Temirê, ku beşek ji Hesekê ye, berdewam dikin. Hêzên YPJ, YPG û QSD'ê pabendî agirbestê ne, lê çete li gor agirbestê tev nagerin û êrîşên xwe berdewam dikin. Çete bi taybetî Til Temir û gundên wê hedef digirin. Bi taybetî dixwestin gundê Asûrî, ku bi baweriyên xwe yên olî tê nasîn û beşek ji Til Temirê ye, hedef bigirin. Bi giştî rewş wiha ye; agirbest heye, lê êrîşên li ser herêmê berdewam dikin.”







