Jinên Ciwan konferansa 'Jin û Rêbertî' li dar xist

  • 15:35 28 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê konfransa `Jin û Rêbertî` li dar xist. Di konferansê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber Apo re Bijî“ konfransa bi navê `Jin û Rêbertî`, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo li dar xist.
 
Konfrans bi amadebûna 150 delegeyan, xwenedekar, nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Eremen, Suryan, Akademiya Jineolojî, jinên ji bajarê Dirbêsiyê, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girgê Legê, Dêrikê hate destpêkirin.
 
Konfrans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji bo dîwanê Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Nûra Hemê, Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj, Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan ya Bajarê Hesekê Berfîn Çiya hatin hilbijatin.
 
Di konfransê de perspektîfên Abdullah Ocalan ên der barê rola jinên ciwan di civakê de ji aliyê Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan ya Bajarê Hesekê Şam El- Zên ve hate xwendin.
 
Piştî hilbijartina dîwanê û xwendina perespektîfan, Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Bêrîtan Roj da zanîn ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin gelek guhertin û nexşerêyên nû derxistiye holê, Abdullah Ocalan di banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk“  de jiyanek hevbeş û azad, têkoşîna jin da pêş.
 
Bêrîtan Roj diyar ku divê hemû jinên cîhanê manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe esas bigirin û ew weke jinên ciwan dê li ser esasê wê berxwedan û rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin, jiyaneke komînal ava bikin.
 
Dûvre Endama Akademiya Jineolojî Şarezad Osman jî axivî û destnîşan kir ku jinên ciwan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatên xwe xurtir dikin û got: "Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo jin têdikoşin, ew jinên ku xwe li ser felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin û perwerde kiriye, îro bûye îlham ji bo hemû jinên cîhanê."
 
Piştî axaftinan derbarê girêdana jinan bi fikra Abdullah Ocalan re sînevîzyonek hat pêşandan.
 
Piştre beşdaran nirxandinên xwe yên li ser manîfestoyê û dê çawa jinên ciwan kar bin erka xwe pêk bînin, kirin.
 
Dûvra ji aliyê dîwanan konferansê ve daxuyaniyek hate dayîn, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew weke jinên ciwan dê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin, li ser felsefeya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin.