'Rojnamegeriya ku balê dikişîne ser jinan hilbijartinek exlaqî û siyasî ye'

  • 09:02 9 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Akademisyen Sevda Alankuş diyar kir ku rojnamegeriya şer, zimanekî ye ku jinan bêbandor dike û rojnamegeriya kevneşopî ji vê yekê derdikeve holê û tekez kir ku rojnamegeriya aştiyê ku balê dikişîne ser jinan û mafên wan, hilbijartinek exlaqî û siyasî ye.
 
Akademîsyen Prof. Dr. Sevda Alankuş mijara di rewşên siyasî de rojnamegerî û edîtoryayê girt dest û têkildarê mijarê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Sevda Alankuş diyar kir ku her çend rewş dibe ku biguhere dema ku îradeya siyasî alîgirê aştiyê be jî, ezmûnê nîşan daye ku ev helwest nayê bawerkirin û got: "Ji ber ku ew tiştek pir stratejîk e. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku rojnamegeriya sereke, her çend mafên jinan binpê bike jî, di heman demê de rojnamegeriya şer e. Sedemên dîrokî ji bo vê yekê hene. Prensîb û kodên rojnamegeriyê di odeyên nûçeyan de derketin holê ku jin lê hatine marjînalîzekirin û dûrxistin. Bi vî rengî ev avahî dibe gerdûnî. Ketina jinan nav odeyên nûçeyan rewşê hinekî diguherîne, lê ne ewqas zêde. Ji aliyekî din ve, jinbûn ne hewce ye ku were wateya pratîkkirina rojnamegeriya aştiyê. Rojnamegeriya aştiyê li ser hestkirina berpirsiyariya exlaqî û siyasî ye."
 
Rojnamegeriya ku bal dikişîne ser aştiyê
 
Sevda Alankuş tekez kir ku rojnamegeriya ku balê dikişîne ser aştiyê hewce dike ku meriv dev ji van dijberiyên dualî berde û li şûna wê ne ji bo yê din, lê bi yê din re bifikire, xwe bixe cihê yê din û wiha bi lêv kir: "Ev dikare jinek, erebek, penaberek, kurdek, an elewî be. Fikirîna cîhanê ji perspektîfa wan ve ew der e ku rojnamegeriya aştiyê ya ku balê dikişîne ser mafên jinan dest pê dike. Bi rastî, dema ku hûn rojnamegeriya mafên jinan dikin, hûn di heman demê de rojnamegeriya ku balê dikişîne ser aştiyê jî dikin."
 
Hilbijartina exlaqî û siyasî 
 
Sevda Alankuş destnîşan kir ku di rewşa siyasî ya niha ya cudakariyê de pratîkkirina rojnamegeriya aştiyê pir dijwar e û wiha axivî: "Ez ji medyaya sereke hêvî nakim û ez jî wê samîmî nabînim. Ji salên 2010'an pê ve, wan ji nişkê ve dest bi axaftina bi zimanê aştiyê kirin. Lê gava ku îradeya siyasî paşve gav avêt, medyayê bi hêsanî vegeriya zimanê xwe yê kevin. Ji ber vê yekê ez her gav vê yekê tekez dikim: ev hilbijartinek exlaqî û siyasî ye. Ew dikare hilbijartinek edîtorî be, lê ew di heman demê de bi perspektîfa we ya li ser jiyana li cîhanê ve girêdayî ye. Ger hûn dema ku hilbijartina edîtorî diguhere ber bi wê alî ve biçin, hûn qet bi rastî rojnamegeriya aştiyê ya rastîn pratîk nakin."
 
Di hewaya siyasî de rojnamegerî
 
Sevda Alankuş tekez kir ku rojnamegeriya aştiyê ne tenê li ser rewşên pevçûnê ye, lê li ser hemî pevçûnên jiyana rojane ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber vê yekê ev avahiya sektorî, di vê hewaya siyasî de, hem dijwar e û hem jî hêsan e. Ger hûn sernavên wekî 'Bombeyek ketiye rojevê' bikar neynin, ger hûn 'êrîşek xayîn' bikar neynin, ger hûn li ser jin û karkeran bisekinin, hûn ê bi rastî berpirsiyariya xwe wekî rojnamevanek, di warê pêwîstiya hevjiyanê de, bicîh bînin."
 
Asta gotinên nefretê
 
Sevda Alankuş diyar kir ku her çend rêziknameyên qanûnî yên derbarê gotinên nefretê de bi gelek awayan pêşve çûne jî, qanûn di jiyana rojane, di dadweriyê de, an jî di nêzîkatiya hêzên ewlehiyê de nayê bicîhanîn û wiha nirxand: "Ew li ser zîhniyetê ye. Divê em li ser vê yekê bifikirin ka îdeolojiya mêraniyê çawa bûye ew tiştê ku ew e. Bêcezatî û çanda tundûtûjiyê ku vê îdeolojiyê geş dike beşek ji vê yekê ne. Divê em li ser vê yekê bifikirin ka çima em, wekî civak, ewqas tundûtûj bûne. Û li pişt wê tundûtûjiyê hişmendiyek kûr a mêran heye. Ez vê yekê bi cihê ku hûn xwe di cîhanê de, di jiyanê de bi cih dikin ve girêdidim. Ev bi taybetî girîng e ku mirov li ber çavan bigire."
 
Pêşketinên teknolojiyê
 
Sevda Alankuş, diyar kir ku xwendin û nivîsandina dîjîtal, nemaze bi pêşketina teknolojiyê re, hîn biqîmettir û girîngtir bûye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hemî wê bikar tînin û ji bo medyaya dijîtal naverokê çêdikin, lê em ne ewqas zana û perwerdekirî ne ka naveroka ku em li ser medyaya civakî pê re rû bi rû dimînin çiqas rast an jî şaş e. Lê belê, medyaya civakî ya nû yek ji wan platforman e ku tê de gotinên nefretê, termînolojiya şer, xapandina şer, nefretkirina ji jinan, mobbîng û tacîz herî zêde belav dibin."