‘Ji bo jin neyên qetilkirin hûn çi dikin’

  • 09:03 9 Gulan 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jina bi navê Bahar Aksu ji aliyê Rustem Elîbol û sê hevalên wî ve hat qetilkirin. Jinan ji bo Bahar Aksu dengê xwe bilind kirin û gotin: “Ev mirov  5-6 sal in  di nav me de ne. Divê em mirov ji girtîgehê dernekevin. Yekane polîtîka ji bo jinan derdixin ev e ; em ê çawa zarokan bînin dinê, çawa bizewicin. Lê em li dijî vê ji wna re dibêjin ku hûn ji bo jin neyên qetilkirin çi dikin.”
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatin qetilkirin; 14 jinan û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dse dan. Li navçeya Şîşlî ya Stenbolê Bahar Aksu ji aliyê Rustem Elîbol yê dest jê berdabû  û sê hevalên wî  ve hat qetilkirin. Jinên ji bo Bahar Aksu li kolanan çalakiyan pêk tînin diyar kirin ku wê têkoşîna edaletê ya Bahar Aksu bidomînin.
 
Hunermend Nur Surer da zanîn ku polîtîkayên ku jinan diparêzin nayên pêşxistin û pergala heyî cesaretê dide gumanbaran. Nur Surer wiha got: “Gumanbar bi rehetî di nav me de digerin. Yên Bahar qetil kirin 4 kes bûn. Qeyda sûc ya hemûyan heye. Mînak yek hezkiriya xwe dikuje 26 qeyda sabiqeya wî heye. Mirovekî 26 sûc kirine piştî jinekê dikuje tê girtin. Piranî kes 5-6 sal in di nav me de digerin. Divê ev kes ji girtîgehan dernekevin.  Ew mêrê ku zarokên xwe qetil kiribûn divê ji girtîgehê derneketa.  Ji bo girtîgehan vala bikin wan berdidin. Rojnamegeran, xwendekaran parêzeran digirin.”
 
‘Em bi fikarin’
 
Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin(KCDP) Feyzanur Yilmaz jî destnîşan kir ku her roj jinek tê qetilkirin û got wê ji bo Bahar û jinên hatine qetilkirin têkoşîna edaletê bidomînin. Feyzanur Yilmaz wih adirêjî dayê: “Mêrê ku bê tirs bihar qetil kir cesaretê ji desthilatdariyê digire. Yên kujeran berdidin berpirsên cînayetan e. Bila tu jin bê hêvî nemîne. Em ê bi têkoşîna rêxistikirî pêşî li vê bigirin. Bila her kes tevli têkoşîna rêxistinkirî be. Bila dest ji mafên xwe berndin.”