
‘Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih anî, niha dora dewletê ye’
- 16:56 9 Gulan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut daxuyaniya ku PKK'ê kongreya xwe li dar xistiye nirxand û diyar kir ku Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih aniye û got ku divê êdî dewlet gav bavêje.
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK’ê di 1’ê Adarê de ragihandibû ku biryara agirbestê daye. Ev pêşketin ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve weke bendeke dîrokî hat nirxandin. Di dema ku Meclîs û bingehên qanûnî yên çareseriya pirsgirêka Kurd hatin balkişandin, ji gelek beşên civakê bang li hikûmetê hat kirin ku di vê pêvajoyê de gavan bavêje.
Herî dawî PKK’ê daxuyaniyek derbarê geşedarên dawî de da û ragihand ku kongreya xwe li dar xistiye.
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku daxuyaniya PKK'ê ji bo gelan "dîrokî" ye û got, "Îro daxuyanî hat dayîn, lê piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re, Rêber Apo manîfestoya dîrokî ya 27'ê Sibatê eşkere kir. Daxuyaniya ku hate dayîn hem ji bo gelên cîhanê, hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn daxuyaniyeke dîrokî bû. Jixwe di daxuyaniya PKK'ê ya îro de hat diyar kirin ku kongreya xwe ya dîrokî pêk anî ye. Di hevdîtinên ku di 27'ê Sibatê de pêk hatin de, ev rojeke dîrokî bû."
Zubeyde Zumrut jî wiha berdewam kir: "Bêguman daxuyanî girîng e, lê binêrin, tecrîd hîna berdewam dike. Ji bo avakirina civaka demokratîk dewlet di çarçoveya manîfestoya Rêber Apo de divê demildest gavan biavêje.
Zubeyde Zumrut bal kişand ser wê yekê ku divê demildest bersiv ji daxuyaniya kongreyê bê dayîn û wiha got: "Divê amadekariyên qanûnî bên kirin. Divê Meclîs jî ji bo çareseriya qanûnî bikevin nava tevgerê. Dema ku Meclîs gav bi gav ji bo çareseriya qanûnî ya pirsgirêka kurd demildest gavan biavêje. Di vê bangawaziyê de, di daxuyaniya îro de, em dikarin van tiştan bibêjin: Niha dewlet di navbeyna dewletê de berpirsyar e. Pirsgirêka dewleta Tirk e, ji bo ku ev mijar zêde dereng nemîne, divê dewleta Tirk bi awayekî erênî bersivê bide kongreya ku hatiye lidarxistin."