Sembola serhildan û berxwedanê: Uveyş Ocalan
- 09:05 11 Nîsan 2026
- Portre
Evîn Çîftçî
RIHA - Di ser wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan ku di 75 sal jiyana xwe de bi berxwedêrî û serhildêriya xwe dihat nasîn, 33 sal derbas bû. Keça wê Fatma Ocalan bi gotinên "Serok ji dayika me îlham girt" Uveyş Ocalan vegot.
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan ku bi têkoşîn û berxwedêriya xwe bû îlham, 33 sal berê jiyana xwe ji dest da. Abdullah Ocalan bi gotinên "Tofaneke serhildanê bû, serî li dijî kesî neditewand" dayika xwe vedibêje û diyar dike ku ji temenê biçûkatiyê de bandorek mezin li ser dike. Uveyş Ocalan ku şahiya ku hevjînê wê li ber çavên wê jinek qetil kiriye dike, li dijî vê bêdeng namîne, îfadeyê dide û gava yekemîn a têkoşîna jinê davêje.
Dayika berxwedêr Uveyş Ocalan di sala 1918'an de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Bi vê zewacê re jiyana wê ya dijwar dest pê dike. Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedem ku ew kes ceza bigire. Dayika Uveyş di heman demê de jî li dijî zihniyeta baviksalar li ber xwe dide. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê qeyrana dil derbas dike û dimre. Keçek dayika Uveyş ji hevjînê wê yê yekem hebûye. Dayika Uveyş piştî mirina hevjînê xwe vedigere hinda malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice. Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin.
Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4'ê Nîsana 1949'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne dinê. Dayika Uveyş jî têkoşîna li dijî nexweşiyê dide. Ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne. Di vê têkoşîna jiyanê de di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salekê di 11'ê Nîsana 1993'yan de ji ber qeyrana dil koça dawî dike. Canazeyê wê li gundê Amarayê yê ku gelekî jê hez dike tê veşartin.
‘Hêrsa li dijî koletiya hezar salî’
Abdullah Ocalan bal dikşîne ser rihê serhildêr ê dayika xwe Uveyş Ocalan û şopek çawa li ser kesayeta wî hiştiye û wiha vedibêje: “Di temenê biçûk de ez fêrî pevçûnê kirim. Hîna îro jî bandor li ser min heye. Dayika min fêrî min kir ku ez ji kesekî alîkariyê nepêm. Digot çi dibe bila bibe bersiv bide. Li gund dayika min wek serhildêr dihat zanîn.”
Abdullah Ocalan diyar kir ku nêzikatiya wî ya ji bo mijara jinê ji nêrînên dayika wî diqewimin û got: “Bandora dayika min li ser min tunebûya ez ê ji bo mijara jinê evqas ne hestiyar bûma. Bandora dayika min, bala min kişand ser jinan. Dayika min bandorek pir xurt li ser min hişt.”
Keça Uveyş Ocalan Fatma Ocalan dayika xwe vegot.
‘Serok ji wê îlham digirt’
Fatma Ocalan da zanîn ku dayika wê şexsiyeteke serhildêr û serî neditewand bû û wiha vegot: “Dayika min serhildêr û serî neditewand. Serok ji wê îlham digirt. Berê serok bi zarokekî re şer kiribû. Dema hat mal, dayika mine w şand û got biçe tola xwe bigire. Pişre dayika zarok hat got ez ê we gilî bikim. Dayika min got tu diçî ku derê biçî. Ez çûm şahidê vê bûyerê.”
‘Xwezî bidîta ku bûye serok’
Fatma Ocalan di dawiyê de wiha anî ziman: “Berê dayika min derî nedigirt. Digot wê serok bê. Her tim çavên wê li rê bû. Rojekê dayika min got ji serok re got ‘ji min re cil û bergan bigire’. Serok jî got ‘divê ez wê demê ji hemû dayikan re bigirim. Ne tenê ji te re.’”








