Li Kanîreşê civîna gel

  • 15:32 20 Tebax 2026
  • Rojane
ÇEWLÎG - Civînên bi sernavê ‘Em peyama aştiyê bi gel re ava dikin’ ku bi pêşengiya DBP’ê li gelek bajaran tên lidarxistin didomin. Di civînê de hat gotin, “Rêbertî çav û guhê me ye. Baweriya me bi wan û pêvajoya ku wan daye destpêkirin heta dawiyê heye.”
 
Civînên bi sernavê "Em peyama aştiyê bi gel re ava dikin" ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li gelek bajaran tên lidarxistin, berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li gundê Haciyan ê ser bi navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê bi welatiyan re civiya.
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku nîqaşkirina meseleya Kurd a îro li Meclîsê encama têkoşîna salên dirêj e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku qanûna çarçoveyê ya ku ji Meclîsê derbas bûye destkeftiyeke girîng e û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê bi danîna çekan sînordar e, divê her kes wekî hemwelatiyên wekhev bê pejirandin.
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, da xuyakirin ku divê dewlet polîtîkayên xwe yên li beramberî Kurd, Elewî û beşên bindest biguherîne û destnîşan kir ku ji bo ku pevçûn ji nû ve rû nedin, avakirina çarçoveyeke hiqûqî girîng e.
 
Welatiyên ku di civînê de axivin jî dîtin û bendewariyên xwe yên derbarê pêvajoya aştiyê de anîn ziman. Welatiyan, diyar kir ku divê bêbaweriya di nava civakê de ji holê bê rakirin, rewşa siyasetmedarên di girtîgehan de bê destgirtin û qanûna ji Meclîsê derbas bûye bi gavên berbiçav bê destekkirin.
 
Hinek welatiyan, bal kişandin ser qirêjiya agahiyan a li ser medyaya civakî û xwestin ku gel derbarê pêvajoyê de bêtir bên agahdarkirin.
 
Şandeyê piştî gundê Haciyanê li navenda navçeya Kanîreşê civîna gel lidar xist. Hat ragihandin ku bername dê bi civîna li navçeya Çermê berdewam bike.