ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2026'AN
- 09:00 31 Tîrmeh 2026
- Rojev
*Endama PM ya DEM Partiyê Arzu Firat pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku hatiye qonaxeke nû nirxand û da zanîn ku aştiyeke mayînde bi îradeya jinê dikare ava bibe. Arzu Firat wiha got: “Jin di pêvajoyên şer de ne tenê mexdûr, bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ di her qadê de kirdeyên damezerîner in.” DÎMEN HEYE
*Hamîde Bahadir ya jiyana wê li nav erdan derbas bûye, diyar dike ku keda jinan a nayê dîtin, jiyanê li ser piyan dihêle û got tevî hemû xizanî, şertên giran ên xebat û zextan tu carê dest ji têkoşînê bernedaye. DÎMEN HEYE
*Kolonyalîzm wekî nivîsandina dîroka kevneşopî pêşkêşî me kiriye ne tenê binpêkirina sînoran e, xespkirina çavkaniyên bin erdê yan jî pratîka desteserkirina îdarî ye. Ev hemû encamên şênber ên mekanîzmaya binpêkerinê ye. Lê hêza esas a kolonyal, di kapasîteya wê ya cih, dem û kirdeyê de veşartiye. Hejandina ontolojîk ya ku Frantz Fanon di Lanetkiriyên Rûyê Erdê de li ser sekiniye, bi hedefkirina çand, rih û axê destpê dike. Tundiya kolonyal, rejîma tundiyê ya giştî ya ku kokên çandî tune dike û ji derveyê dîrokê dihêle ye. DÎMEN HEYE
*Endama Konseya Navenda TTB’ê Dr. Ayşegul Ateş Tarla, der barê hekîmên ku li Agiriyê reklama ‘suneta jinan’ dikir de axivî û da zanîn ku der barê mijarê de lêpirsîn tê meşandin û got li hember yekitiya beden tu mudaxaleya tibî û zîhniyeta serdest qebûl nakin. DÎMEN HEYE
* Êzidiyên di hezar û 115 salan de 74 caran bi qirkirinê re hatin rû hev, herî dawî 12 sal berê ferman li ser wan pêk hat. Berxwedana Êzidiyan a li dijî qirkirinê didome.
*-Çavkaniyê ku îdiayên tiryak, tacîz, şantaj û çetebûnê yên der barê du lîseyên li Agiriyê de vegot da zanîn ku tevî serlêdanên tên kirin rêveberiya dibistanê tedbîran nagire. DİMEN HEYE







