Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
- 13:26 27 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1109'emîn de li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn û xwestin li aqûbeta Îbrahîm Kartay bê eşkerekirin.
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1109'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku berî 32 salan di 15'ê Tebaxa 1994'an de hatibû windakirin, hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Aysel Ocak ve hate xwendin.
Aysel Ocak diyar kir ku windakirin pêvajoyeke heta ku tê veşartin berdewam dike û got: “Dewlet berpirsiyara xwe bicih nayîne. Lewma jî binpêkirina mafê mirovan jî berdewam dikin. Di hefteya 1109'emîn de em serpêhatiya Îbrahîm Kartay parve dikin. Di 15'ê Tebaxa sala 1994'an de leşkeran di gundewarên li navçeya Hênê ya Amedê operasyonek dan destpêkirin. Yek ji wan gundan Gundê Gomeçê bû. Bi sedan leşker ketin nava gund û gund şewitandin. Îbrahîm Kartay bi hevjîna xwe ya ducanî û 3 zarokên xwe re xwest ji gund derkeve. Îbrahîm xwest ji mala xwe hin tiştên xwarinê derxe lê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Leşkeran hevjîna Îbrahîm, Salîme Çakir re got ku ‘Îbrahîm hatiye binçavkirin’. Salîme çend rojan li gundekî din li benda Îbrahîm ma lê Îbrahîm nehat. Paşê Salîme Çakir serî li Dozgeriya Komarê ya Hênê da. Lê tu bersiv bi dest nexist û paşê bi malbatî çûn Qerekola Hênê. Li qerekolê ji bavê Îbrahîm, Kadrî Kartay re hate gotin ku me ‘Îbrahîm berda ye, em nizanin li ku ye’. Bavê wî carekî din çû qerekola leşkeran lê leşkeran gule li Kadrî Kartay reşandin.”
Aysel Ocak destnîşan kir ku piştî çend rojan kesek agahî ji malbata Kartay re şandiye û wiha axivî: “Ev kes jî gotiye ‘ez bi Îbrahîm re 8 rojan di binçav de mam e’. Îbrahîm di binçavan de gotiye ku ‘ew ê min bikujin, agahî bide malbata min’. Tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî nehat bidestxistin. Piştî 21 salan kesek agahî ji malbatê re şandiye û gotiye, ‘laşê Îbrahîm di Goristana Hênê de li ber dîreka ceyranê hatiye veşartin’. Malbata Kartay serî li ÎHD'a Amedê û Dozgeriya Komarê a Hênê da. 3'yê Hezîrana sala 2015'an de li wir çend hestî hatin dîtin û li gorî encamên DNA'yê derket holê ku ew kes ne Îbrahîm Kartay e. Ev 32 sal in hê jî aqûbeta Îbrahîm nayê zanîn û nehatiye eşkerekirin. Kesên ku Îbrahîm windakirin nehatin darizandin. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”
Di dawiyê de endama ÎHD'ê Sebla Arcan jî axivî û rojnameger Bayram Balci yê çend roj berê li Ewropa jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got: “Bayram Balci hevalê Nazim Babaoglû bû, her dem li gel Dayikên Şemiyê sekinî. Em ê jî her dem wî bi bîr bînin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.







