ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 26 Hezîran 2026
- Rojev
* Jinên TJA’yî li dijî bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê hatin jiyîn dest bi nobetê kirin, diyar kirin ku tiştên hatine jiyîn dijmirovahiye û bertek nîşanê rewşê dan. Jinan gotin wê li dijî van bêdeng nemînin. BI DÎMEN
*Dayika girtiya nexweş a bi navê Saadet Îdîn ku tahliyeya wê du caran hatiye taloqkirin, Aliye Îdin der barê rewşa keça xwe de axivî û da zanîn ku divê ev zilm bi dawî bibe û got: “Divê di serî de Rêberê Gelê Kurd û girtiyên nexweş demildest bên berdan.” DÎMEN HEYE
*Endama Komeleya Ewil Zarok û Jin parêzer Arzu Sena Topuz der barê doza H..K..G de axivî û got: “Ev biryar atahliyeyê biryara sîparîşê ye. Yanî tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Biryarek siyasî ye. Em ê şopdarên dozê bin.” DÎMEN HEYE
*Jinan ji bo mîtînga ku wê li Amedê pêk bê bang kirin û gotin: “Werin em bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin. DÎMEN HEYE







