Berxwedan û keda jinê ya di berikan de veşartiye

  • 09:02 24 Hezîran 2026
  • Ked/Aborî
WAN - Nesîbe Ertaş ya ku ji zarokatiya xwe de heta niha berikan çêdike û vê çandê dide jiyîn, diyar dike ku berik ne tenê hûnera destane, çîroka jiyan, hevî û hestên jinan dihewîne û banga xwedî derketina li vê çand û mîrateyê kir.
 
Berikên ku yek ji nîşaneya herî xurt a têkiliya jinê ya bi ked, bîr û jiyanê re îfade dike, nifş bi nifş hetga îro ku wek mîrateya çandî hebûna xwe diparêze. Her nexşa wê çîrok, hest, berxwedan û keda jinê dihewîne. Çêkirina berikan ku hem di alî aborî hem jî alî çandî de nirx diafirîne, têkoşin û tecrubeya jnan jî vediguhezîne pêvajoyê.
 
Nesîbe Ertaş (42) ku ji biçûkatiya xwe de yanî 30 sale vê mîrateya ji malbata wê maye didomîne, der barê çêkirina bêrikan de ji ajansa me re axivî.
 
Parêzvana mîrateya sedsalan
 
Nesîbe Ertaş da zanîn ku çêkirina berikan wek pîşe ji malbata xwe fêr kiriye û got ji zarokatiya xwe de vî karî dike. Nesîbe Ertaş ku di bin bana şaredariya Seravê de mamosteya hûnera destan dikegot ew gelek ji karê xwe hez dike. Nesîbe Ertaş wiha anî ziman: “Ez ji pîşeya xwe hez dikim, min ji malbata xwe fêr kir. 30 sale berikan çêdikim. Ewil min ev kar li mala xwe dikir. Piştre di 2010’an de bi awayekî fermî xebitîm. Ev pîşe wek mîrate ji malbata min ji min re ma. Berîk xwedî kevneşopiyeke kevn e. Divê em xwedî li vê kevneşopiya sedasalan derkevin.”
 
 
Çêkirina berikan
 
Nesîbe Ertaş ku behsa çêkirina berikan kir, wiha anî ziman: “Li gorî çêkirina berikê hemû alav tên kontrolkirin. Xêzkirin tê amadekirin, nexş tê hilbijartin û li gorî berikê tê eyarkirin. Benê berikan ji hiriyê tên hilberandin. Hirê tê paqijkirin, bi boyaxê tên boyaxkirin û piştî ziwa dibin ji bo bêrikan tên bikaranîn.”
 
 
‘Bêrik hêvî, rewşa rih û çanda jinê ye’
 
Nesîbe Ertaş bi lêv kir ku her nexşek wateya wê heye û got: “Her nexweşek rewşa rihekî nîşan dide. Bêrik peyam û alaveka ragîhandinê ye. Wateya bêrikê evqas saf û paqije. Nikarim bi çend gotinan bêjim. Berê bêrik wek alava ragîhandinê dihat bikaranîn. Kesan tiştên ku nikaribûn bêjin li ser bêrikê vedigotin. Wateya nexweşxan ji vir tên. Her nexşek wateyek wê heye. Berik, rihê jinê, hêvî û çanda jinê vedibêje. Ez banga xwedî derketinê li vê çandê dikim. Em heta ji destê me tê hewl didin ku vê çandê bidin jiyîn, xwe bigihînin jinan. Ji bo ev mîrate winda nebe em hewl didin.”