Li Xelfetiyê banga ji bo 'Mîtînga Azadiyê'

  • 13:46 21 Hezîran 2026
  • Rojane
RIHA - Rêxistinên DEM Partî, DBP û TJAyê yên Rihayê ji bo bangawaziya Mitînga Azadiyê ya 28ê Hezîrana 2026an li Amedê were lidarxistin daxuyanî dan û gotin: “Werin em daxwazên xwe biqêrin û azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan pêk bînin.”
 
Rêxistinên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armaca bangawaziya mitînga ku 28ê Hezîrana 2026an bi dirûşma “Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk” li Qada İstasyonê ya Amedê were lidarxistin li Navçeya Helfetiyê ya Rihayê daxuyanî da. Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de panqarta “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” hat vekirin û diruşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
 
Kurmanciya daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiya ya Rihayê Ayşe Surucu, Tirkiya wê jî rêveberê DBPê ya Rihayê Omer Kistak xwend.
 
‘Banga Ocalan ji bo aştiyê hêviyeke mezin afirand’
 
Ayşe Surucu di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo Rojhilata Navîn a di pêvajoya şer de derbas dibe, aştî ji bo hemû gelan pêdiviyeke herî bingehîn e û wiha got: “Bangavaziya birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû hem di asta herêmî de û hem jî di asta gerdûnî de dengekî mezin veda. Ev bang ji bo çareseriya demokratîk, jiyana hevpar û demokratîbûyîna Tirkiyeyê hêviyeke mezin afirand. Piştî vê bangavaziyê şer sekinî û em her demê zêdetir nêzî aştî û çareseriyê bûn.”
 
Daxwazên bingehîn
 
Ayşe Surucu di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê ji bo aştiyeke bi rûmet dewlet gavên pêwîst bi lezgînî bavêje û ev tişt anî ziman: “Divê qanûnên derveyî demokrasiyê bên guhertin, dawî li polîtîkayên qeyûman ên li ser vîna gel bê anîn. Hemu qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî divê bên rakirin û statuya Kurdî bê naskirin û girtiyên siyasî werin berdan.”
 
‘Em azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk bînin’
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Surucu bal kişandin ser tecrîd, şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ji bo aştî û çareseriya demokratîk pêş bikeve, divê rêya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê vekirin, şert û mercên wî bên sererastkirin. Ayşe Surucu banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê li gel kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê serdema girîng de, em ji navçeya Xelfetî ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayîkbûye bang li hemû gelê xwe dikin. Werin em di 28ê Hezîranê de, di saet 17:00an de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve’ daxwazên xwe biqêrin û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bînin.”
 
Daxuyanî berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.