Li hemberî cezayê ji Ayşe Gokkan re hat dayîn bertek
- 16:23 19 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bertek nîşanî cezayê ji endama TJA'yê Ayşe Gokkan re hatiye dayîn dan, diyar kirin ku felsefeya "Jin Jiyan Azadî" nayê darizandin û daxwaza berdana wê kikrin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" û Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bertek nîşanî cezayê ku ji berdevka berê ya TJA Ayşe Gokkan re hatiye dayîn dan.
TJA: "Îro, rûniştina 5'emîn a hevala me Ayşe Gökkan hat lidarxistin. Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan û biryara berdewamiya girtina wê da. Wisa xuya dike ku berxwedana jinên Kurd di şexsê hevala me Ayşe de tê cezakirin."
Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye": "Hevala me Ayşe Gokkan di rûniştina îro ya dadgehê de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji bo ku em bikaribin vê yekê wekî pêvajoyek aştiyê ya rastîn bi nav bikin, çalakî, axaftin û çalakiyên siyasî yên ku jin di siyasetê de dikin divê sûc neyên hesibandin. Divê Ayşe Gökkan tavilê were berdan."
Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî): "Ceza 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku ji çalakvana TJA Ayşe Gokkan re hatiye dayîn û biryara berdewamiya girtina wê cezayek ji bo têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ye."
"Felsefeya Jin Jiyan Azadî nayê darizandin."







