Li kujerê Kînem Kiymet Yildiz cezayê muebeta giran hat birîn

  • 18:16 2 Hezîran 2026
  • Hiqûq
STENBOL - Cezaya muebbeta giran yanî heta hetayê li kujer Îsa Çetînkaya hat dayîn ku bi awayekî hovane Kînem Kiymet Yildiz qetil kiribû. Sazî û rêxistinên jinan jî diyar kirin ku kuştina jinan polîtîk in û heta dawiyê li pey dozên jinan bin.
 
Kînem Kiymet Yildiz di Tebaxa sala 2024’an de li Stenbolê ji aliyê mêrê bi navê Îsa Çetînkaya ve hatibû kuştin. Doza biryarê îro li Edliyayê Bakirkoyê, di Dadgeha Cezaya Giran a 2’emîn de hate dîtin. Malbata Kînem Kiymet Yildiz, Komeleya Dema Jinan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Stenbolê û gelek kes li edliyeyê amade bûn. Lê sazî û komeleyên jinan ji ber biryara dadgehê nikarîn tev li dozê bibin. Di doza biryarê de kujer Îsa Çetinkaya ku di doza berê de gotibû bûyer nayê bîra wî di vê dozê de behsa bûyerê kir. Malbata Kînem Kiymet Yildiz di dozê de anî ziman ku heta dawiyê li pişt dozê ne û cezayê muebbetê dixwazin. Parêzeran jî diyar kirin ku ew tev li mutelayê dibin û daxwaz kirin ku derbarê cezayê de kêmkirin pêk neyê daku Kînem Kiymet bi awayekî hovane hatiye kuştin. Piştre navberek kurt hat dayîn. Piştî navberê dozger biryara xwe aşkera kir û cezayê muebbeta giran li Îsa Çetînkaya hat dayîn.
 
Piştî dozê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de endama OHD’ê ya Stenbolê Ekîn Baltaş anî ziman ku îro di doza Kînem Kiymet Yildiz de biryarekê girîng hatiye dayîn û wiha got: “Lê îro me dît faîl parastineke kilîşe kir. Lê dadgerî tevahî parastina red kir. Ev jî bi têkoşîna jinan pêk hat. Em jî wekî tevgera jinan herdem li pişt dozê wisa bin û jinek jî tenê namîne.”
 
‘Em dizanin kuştina Kînem ne taybet e’
 
Rêvebera Komelaye Dema Jinan Şukran Demîr jî diyar ew îro ji bo sekna xwe ya li dijî kuştina jinan hatine vir û ev tişt anî ziman: “Em dizanin kuştina Kînem ne taybet e. Em dizanin pêşiya van kuştinan nayên girtin. Ji bo wê em dibêjin kuştina jinan polîtîk in.”
 
‘Kuştina jinan polîtîk in’
 
Her wiha Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Kamîle Kandal jî ev tişt vegot: “Me herdem got kuştina jinan polîtîk in. Bi salan e hişmendiya mêrperest berdewam dike ev jî dibe sedema kuştina jinan.”
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.