Mayka Solves Estaban: Aştî di nav karkeran de şertê pêşîn e

  • 09:02 18 Gulan 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Sekretera Neteweyî ya Polîtîkaya Navneteweyî ya OSTA Mayka Solves Estaban got: “Gelek sendîka aştiyê di navbera karkeran de wek şertê ewil dibîne. Şer li gorî çîna karker û an jî etnîkan diguhere. Aştî yekitiya hevkar a karkeran hêsan dike.”
 
Sendîkayên mezin yên Ispanya, Bask, Katalan, Galîçya û Endulus û ji herêmên din 15 sendîkayên karkeran bang li Konseya Ewropayê kirin û gotin divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêk bê. Di 27’ê Nîsanê de sendîkayan bi logo û îmzeyên nûneriya xwe name ji Konseya Ewropayê re şandin û gotin divê ji bo Rêberê Gelê Kurd gava şênber bê avêtin.
 
Sekretera Netewseyî ya Polîtîkaya Navneteweyî OSTA ya Rêxistina Sendîkal a Karkerên Aragon ku îmze avêtibû Mayka Solves Estaban der barê mijarê de axivî.
 
Mayka Solves Estaban da zanîn ku wek sendîkal xebatên xwe ber bi parastina mafê mirovan ve befireh kirine û got mekanîzmayên navneteweyî yên wek Konseya Ewropayê di pêvajoyê de dikarin rola girîng bilîzin. Mayka Solves Estaban wiha got: “Em zextên civakî nîşan didin û bandora xwe bikar tînin. Mekanîzmayên navneteweyî dikarin rola girîng bilîzin. Konseya Ewropayê dikare balê bikşîne ser mafê mirovan. Ev jî bedela siyasî pêwist dike.”
 
‘Divê îradeya siyasî hebe’
 
Mayka Solves Estaban daxuyakirin ku wek di deklerasyona hevpar de jî hatiye destnîşan kirin ji bo aştiyê îradeyeke siyasî hewce ye û got: “Heta îradeyek siyasî ya berfireh tunebe aştî jî ne pêkan e û ne diyalog ne jî aştî pêş nakeve. Ya hewcedarî pê heye, peymanên rast û wêrek in. Aştî, bi peymanên wêrek û rastî dikare bê avakirin. Îrade û berpirsiyariya siyasî, îstîkrar hewce dike.”
 
‘Bêyî aştiyê mafên xebatê yên bi bandor jî tune ne’
 
Maysa Solves Estaban sedema ku divê sendîka piştgiriyê bidin aştiyê jî wiha got: “Şertên xebatên bi îzolekirinê nabin. Di mijara doza Kurd de têkilî aşkera ye; Bêyî aştiyê mafên xebat û kar yên bandor jî tunene. Sendîka ne tenê mûçeyên xwe, azadî û rêxistibûnê jî diaprêzin. Pirsgisrêka Kurd di heman demê de naskirina mafên siyasî, çandî û ziman jî dihewîne. Heta ev naskirin tunebe, Kurdên ku aliyekî di çîna karkeran de bê derfet dimînin. Ji bo vê gelek sendîka aştiyê di navbera karkeran de wek şertê pêşîn a wekheviyê dibînin. Gelek sendîka aştiyê di navbera karkeran de wek şertê ewil dibîne. Şer li gorî çîna karker û an jî etnîkan diguhere. Aştî yekitiya hevkar a karkeran hêsan dike.”