Li Til Temirê mîtînga piştgiriya YPJ'ê

  • 12:30 17 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê di mîtingeke ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de diyar kirin ku divê YPJ`ê di nav her pergaleke leşkerî ya sibrojê de li Sûriyeyê were naskirin.
 
Kongra Star ji bo piştgiriy YPJ'ê li bajarê Til Temirê mîtîngek li dar xist. Bi sedan şênyên Til Temir û Zirganê beşdarî çalakiyê bûn.
 
Çalakî li ber navenda  Meclîsa Malbatên Şehîdan li Til Temirê pêk hat. Beşdaran wêneyên şervanên YPJ`ê û bi nivîsîn piştgiriya YPJ`ê, hilgirtin.
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan li Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û rola ku YPJ`ê parastina herêmê de nirxand.
 
Ayhan her wiha diyar kir ku divê YPJ'ê wekî hêzek leşkerî ya rêxistinkirî di nav her pergaleke leşkerî ya siberojê de were naskirin, ji ber ku şervanên di şerê li dijî terorîzmê û parastina herêmê de xwe isbat kirin.
 
Endama Komîteya Dadweriya Civakî ya bajarê Zirganê, Şêxa Hamir diyr kir ku "gelê Zirganê li kêleka YPJ`ê ye û da piştgiriya têkoşîna wan a berdewam ji bo azadî û rûmetê dike. "
 
Mîting bi qîrkirina durûşmên piştgiriya YPJ'ê bi dawî bû.