Dayika Aştiyê Saadet Akman koça dawî kir
- 14:31 16 Gulan 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Saadet Akman duh êvarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Dayika Aştiyê Saadet Akman ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşiya, duh êvarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Piştî rêûresmên olî, cenazeyê Saadet Akman li Goristana Hacılar a Nisebînê hat veşartin.
Malbat dê li Mala Şînê ya Kişlayê şîn dane.







