ROJEVA 10'Ê GULANA 2026'AN

  • 09:00 10 Gulan 2026
  • Rojev
 
*Ber bi Cejna Zimanê Kurdî, hevseroka Zimangerê Esma Şengul got. “Pîrozkirina vê cejnê tê wteya xwedîderketina li ziman. Em di pêvajoya nû de ji bo zimanê Kurdî statuyê dixwazin.” DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê wiha bal kişandin ser têkoşîna hunermenda Kurd Hozan Mizgîn: “Jinek ewqas bedew bû ez heyran dimam. Ji bo min bû çavkaniya berxwedanê. Piştgiriya wê ji bo jinên Tetwanê mezin bû. Bi qasî wê dengê wê jî bedew bû.” BI DÎMEN 
 
*Yek ji jinên di qedexeyên derketina derve ya di 2015’an de li Cizîrê hat îlankirin de di bodruman de hat qetilkirin Asya Yuksel e. Asya Yuksel bû sembola berxwedana Botanê. 
 
*Siyastmedar Nursel Aydogan der barê pêvajoyê de axivî û got: “Wek kordînatorê siyasî tevlibûna Birêz Ocalan a pêvajoyê girîng e. Ji xwe Birêz Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye, divê wek kordînatorê siyasî tevli pêvajoyê bibe. Divê dewlet cidiyeta xwe dayayne holê.” DÎMEN HEYE