Ji bo 5 rojnamegeran biryara beraetê hat dayin
- 12:13 8 Gulan 2026
- Hiqûq
STENBOL - Di danişîna 5 rojnamegerên ji ber tevlibûna bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bûn dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewlet Tirk de hatin qetilkirin. Rojnamegeran, xwestin li Qada Şîşhaneyê ya Stenbolê qetilkirina hempîşeyên xwe protesto bikin. Lêbelê polîsan êriş kirin û der heqê rojnameger Zeynep Kuray, Mahsum Saglam, Pelîn Laçîn, Yadîgar Aygun û Yagmûr Fîlîzê de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” doz hate vekirin. Danişîna 2’yemîn a doza rojnamegeran, li 39’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin.
Rojnameger Yadîgar Aygun û parêzerên rojnamegerên din tev li danişînê bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezoptamyayê (MKG) jî tev li danişînê bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û ji bo 4 rojnamegeran daxwaza beraetê kir. Dozgeriyê xwest rojnameger Yagmûr Fîlîz jî bi îdiaya “heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” were cezakirin.
Yadîgar Aygunê jî li dijî îdiayê parastina xwe kir û got: “Rojnamegerî sûc nîne û ez jî di çarçoveya xebatên pîşeyî de tevgeriyam. Daxwaza beraetê dikim.” Piştre jî parêzeran parastin kir û daxwaza beraetê ji bo miwekîlên xwe kir.
Dadgehê, di çarçoveya îdiaya dihat kirin de ji bo hemû rojnamegeran biryara beraetê da. Lêbelê bi îdiaya “heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” 35 hezar û 400 lîre cezayê pereyan da Yagmûr Fîlîzê.







