Serkeftineke Dîrokî ji Kulûba Sporê ya Oz Kayapınar Belediyespor
- 11:55 7 Gulan 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Kulûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyespor ku di bin sîwana Şaredariya Peyasê de kar dike, bi serkeftina şampiyoniyên herêmî yên voleybolê re, mafê tevlîbûna fînalên Tirkiyê bi dest xist û vê yekê misoger kir. Ev serkeftina ciwanên sporvan ji bo navçeyê bû çavkaniyeke mezin a serbilindiyê.
Gerînendetiya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê di çarçoveya hewldanên xwe yên “sporê bigihîne her kesî” de bi serkeftî berdewam dike. Sporvanên Kulûba Oz Kayapinarê piştî performansek berbiçav di pêşbirkên hilbijartinê yên herêmî de, mafê tevlîbûna Fînalên Tirkiyê bi dest xistin û niha dê di fînalan de bikevin pêşbaziyê.
Stêrkên Ciwan Nayên Rawestandin
Tîmên voleybolê yên ku hewildanên wan bi serkeftinê hatin tacîdarkirin, wekî şampiyonên herêmî derbasî fînalên Tirkiyê bûn. Ya herî balkêş jî ew bû ku wan di tûrnûvaya herêmî de “şampiyoniya bê têkçûn” bi dest xist.
Tîmên ku dê di Fînalên Tirkiyê de beşdarî bibin ev in: Tîma Voleybolê ya Jinan a Mîdî, Tîma Voleybolê ya Xortên Stêrk, Tîma Voleybolê ya Ciwanên Biçûk û Tîma Voleybolê ya Ciwanan.
Piştgiriya Hevşaredaran
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, ku di tevahiya vê rêwîtiya serkeftinê de li gel sporvanan bûn, wan pîroz kirin û serkeftinên mezin xwestin. Hevşaredaran diyar kirin ku wan hemû derfetên berdest seferber kirine da ku spor bibe beşeke bingehîn a jiyana herêmî û tekez kirin ku şaredarî her dem dê piştgirê herî xurt ê sporvanên ciwan be.
'Armanca me Şampiyoniya Tirkiyeyê ye'
Berpirsê Gerînendetiya Ciwan û Sporê Hayal Dundar di daxuyaniya xwe de got: “Tîmên me yên voleybolê bi hemû hêza xwe û bi biryardariyeke mezin ji bo gihîştina fînalên Tirkiyê têkoşiyan. Em bi hêza ciwanên xwe pir bawer in ku ew ê di fînalên Tirkiyê de jî serkeftinê bi dest bixin û bi serbilindiyeke mezin vegerin navçeya xwe.”
Xortên zêrîn ên Peyasê niha çavên xwe berdane ser kûpaya şampiyoniya Tirkiyê.







