Dengê bîra civakî: Gulistan Doku tune kirin, dewlet dizane
- 09:05 26 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL - Ji parêzerên TOHAV’ê Esma Yaşar da zanîn ku dosyaya Gulistan Doku nokteya pergala bêcezahiştinê ya Tirkiyeyê nîşan dide û got: “Gulistan tune kirin, dewlet dizane.”
Geşedanên dosyaya Gulistan Doku ya ji 5’ê Çileyê 2020’î de ye jê agahî nedihat girtin, dosyayên winda yên salên 1990’î bibîr dixîne. Yek ji parêzerên Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV) Esma Yaşar da zanîn ku dosyaya Gulistan Doku ne bûyereke windabûnê ya munferît e û nokteya ku polîtîkaya bêcezahiştinê, tundî û zîhniyeta dewletê ya ewlehiyê tê gel hev e.
Bi senaryoya întîxarê delîl reş kirin
Esma Yaşar da zanîn ku ji roja Gulistan Doku winda bûye şûnde lêpirsîn bi zanebûn bi întîxarê hatiye sînorkirin û wiha got: “Dosyaya Gulistan Doku ne tenê bûyereke munferît an jî dosyayeke cinayeta jinan e. Di esasê de divê polîtîkaya bêcezahiştinê ya li Tirkiyeyê polîtîkaya dewletê ya ewlehiyê û tundiya zayenda civakî bê dîtin. Ji roja ewil de gotin întîxar e û li gorî min armancek vê hebû. Di bin navê senaryoya întîxarê de delîl hatin tunekirin.”
‘Piştî 6 salan şûnde’
Esma Yaşar daxuyakirin çima piştî 6 salan şûnde gumanbar derxistine holê û wiha got: “Dema nû Gulistan winda bû malbatê her tim îxbarê dike, diçe emniyetê. Ev delîl çima 6 salan şûnde hatin komkirin? Em îro dibînin ku walî û kesên emniyetê bi tunekirina delîlan tên sûcdarkirin. Piştî salan şûnde xwegîhandina wan delîlan pirsgirêkek cuda ye.”
Xeleka bêcezahiştinê
Esma Yaşar di berdewamiya axaftina xwe de got di pratîka darzandinê ya li Tirkiyeyê de beratkirina gumanbarên peywirdarên cemawerî û hêzên ewlehiyê ne tesaduf e û anî ziman ku ev xala bêcezahiştinê ya sîstematîke. Esma Yaşar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Amîrên mulkî yên demî û hêzên ewlehiyê yên demî xwe di ser hiqûqê de dibînin. Bêguman kokên îdeolojîk ên vê rewşê hene. Dema walî hat binçavkirin got ‘Ez waliyê dewletê me îfadeyê nadim emniyetê’. Ev gotin ji bo me ne biyanî ye. Polîsekî normal jî dema îşkence û tundiyê dike dibêje ‘ez dewlet im’. Ev ne gotinek hêsan e; dizanin ku çi bikin hesab ji wan nayê prisîn, ceza nagirin, îtîbara xwe winda nakin.”
Esma Yaşar diyar kir ku hîna jî aqûbeta Gulistan Doku nayê zanîn û got: “6 sal in Gulistan nehatiye dîtin. Ev sûcê bi zorê windakirinê nîşan dide. Em dizanin ku bêcezahiştinên bi zorê windakirin ên salên 1990’î ev encam derxistiye holê. Peymana li dijî windakirinan lêpirsînek bi bandor ferz dike.”







