Daneyên tundiyê zêde dibe: Krîz giran dibe, çareserî pêk nayê
- 09:04 26 Nîsan 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Endama meclîsa jinan a DBP’ê Elîf Îpek Tîrenç balkişand ser zêdebûna tedbîrên parastin û tundiyê ya di daneyên ku Wezareta Dadê aşkera kiriye de û got aliyên vê yên aborî, civakî û siyasî krîzek giran nîşan dide û bertek nîşanê pêknehatina qanûna 6284'an da.
Di rojên borî de Wezareta Dadê daneyên 2025’an aşkera kir û li gorî daneyan serlêdanên jinan ên der barê tundiyê de zêde bûne û di çarçoveya qanûna 6284’an de daxwaza biryarên tedbîrê di salekê de 5 qat zêde bûye. Li gorî daneyên hatine parvekirin, biryarên tedbîrê yên di çarçoveya qanûna 6284’an de tên dayîn jî cih girtin.
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Elîf Îpek Tîrenç der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Gotina ‘sala malbatê’ û polîtîkayên jinan bi hev re dikevin nakokiyê’
Elîf Îpek Tîrenç balkişand ser nakokiya di navbera gotina ‘sala malbatê’ û polîtîkayên der barê jinan de û wiha got: “Dewlet li aliyekî dibêje sala malbatê û li aliyê din jî destkeftiyên jinan ji holê radike, Peymana Stenbolê fesh dike, qanûna 6284'an bi bandor pêk nayne ji nîqaşê re vedike. Niha ev tên jiyîn û cara yekemîn jî ev dane hatin aşkerakirin. Ev jî nîşan dide ku der barê sala malbatê de polîtîkayeke çawa wê bê meşandin. Mirov difikirin gelo ‘ji bo di qanûna 6284'an de guherînan bikin vê dikin’. Ji ber der barê 6284 û qanûna têkoşîna li dijî tundiyê de gelek serlêdan hene. Em dinêrin îro mirov zêdetir 6284 dizanin. Dixwazin bikar bînin û wek çare dibînin.”
‘Li pişt her destberdanê tundî heye’
Elî Îpek Tîrenç wiha dirêjî dayê: “Daneyên tundî û destberdanê yên her diçin zêde dibin krîzeke piralî nîşan dide. Li gorî xebatên hatine kirin li pişt her destberdanê de tundiya li ser jinê heye. Li Kurdistanê di pêvajoya 9 salan a qeyûman de yekane mekanîzmayên ku jin serî lê bidin ên dewletê bûn. Yanî di vî alî de xwedî li qanûna 6284'an derketin. Ji bo jin bizanibin û bikar bînin hewl hat dayîn. Daneyên tundî û destberdanê krîza di civakê de nîşan dide. Daneyên tundî û destberdanê aliyên aborî, civakî û siyasî krîzekê nîşan dide.”
‘Daneyên tundiyê alarmê didin’
Elîf Îpek Tîrenç balkişand ser zêdebûna daneyan û wiha pê de çû: “Vegotina tabloyê zehmet e. Wezaretê bi destê xwe dane pêşkêşî civakê kir. Lê bi rastî em mereq dikin ku vê çawa ji civakê re îzah dikin. Îzahata vê ne pêkan e. Tabloyek bi xof heye. Gelo wê tedbîrên çawa bigirin. Belkî ev derfetek e. Divê ev derfet bê nirxandin.”







