Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên hatine darvekirin radestî malbatan nake

  • 15:34 21 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVEND NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Darvekirinan re’, ragihand ku rejîma Îranê hewl dide girtiyên xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê bi “sîxuriyê” tawanbar bike û ragihand ku rejîm cenazeyên girtiyên hatine darvekirin radestî malbatên wan nake.
 
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji darvekirinan re’ ku li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê birêvebirin, di hefteya xwe ya 117’an de daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin; ”Duh rejîma mirovkuj a Îranê du girtiyên siyasî yên bi navên Hemed Welîdî û Mihemed Mesûm Şahî darvekirin. Rejîma celad hewl dide girtî û binçavkiriyên xwepêşandanên dawî bi tawanên ‘sîxurî’ û ‘peywendiya bi Îsraîlê re’ tawanbar bike, da ku di serdemên şer de hincetan ji bo darvekirinên xwe bibîne. Ev tawan li dijî welatiyan û bi taybetî li dijî jinên têkoşer ên azadîxwaz yên ku tevahiya jiyana xwe di oxira vê dozê de feda kirine, tê bikaranîn. Aarmanca van tawanan belavkirina kîn û nefretê ye, ne xizmeta giştî. Rejîma xwînrij hîna cenazeyên ti yek ji wan şehîdên rêya azadiyê yên hatine darvekirin radestî malbatên wan nekiriye. Bi vî rengî malbat rûbirûyî êşkenceyeke derûnî û hestyarî dibin.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta neyasayî ya welat, ji bo avakirina atmosfereke tirs û terorê ya di nav civakê de û ji bo rêgirtina li serhildan û şoreşan, serî li darvekirina sîstematîk dide û hate gotin; ‘‘Îro hejmareke zêde ya xwepêşanderan di hucreyên yekkesî û di zindanên rejîmê de ne, piraniya wan ciwanin û jiyana wan di bin metirsiyeke mezin de ye. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên navdewletî dikin ku ji bo rizgarkirina jiyana girtiyên siyasî yên di bin cezayê darvekirinê de ne, zextên cidî û pratîkî li ser hikûmeta Îranê bikin. Her wiha bang li hemû çalakvanên mafên mirovan û siyasî hat dikîn ku bi her awayî li dijî van çewisandinan nerazîbûna xwe nîşan bidin.’’
 
Hêjayî gotinê ye ku kampanyaya ‘Sêşeman Na ji darvekirinan re’ di 9’ê Çileya sala 2023’yan de wek nerazîbûnek li dijî darvekirina girtiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat damezirandin. Endamên kampanyayê her roja sêşemê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin.