Nasnameya jina jiyana xwe ji dest da diyar bû

  • 14:10 16 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM – Li Pira Şîn a Dêrsimê ku jinekê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da, hat diyarkirin ku navê wê Sultan Oz e.
 
Li Pira Şîn a Dêrsimê serê sibehê cenazeyê jinekê di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin. Navnameya wê diyar bû û hat diyarkirin ku navê wê Sultan Oz e. Hat diyarkirin ku sê zarokên Sultan Oz hene.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.