Ji Platforma Jinan a Demokratîk li dijî darvekirin û zextan banga lezgîn
- 13:52 14 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Demokratîk (WDP) bang li hemû partî, rêxistinên civaka sivîl, çalakvan û azadîxwazan kir û got: “Nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re gavek bavêjin da ku zincîrên mirovî biafirînin, li qadên giştî amade bin.
Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan li ser cezayê darvekirinê û zextên rejîma Îranê yên li ser welatiyên Îranê daxuyaniyek weşand.
Platformê da zanîn di demekê de ku agirê şer careke din li gelên Rojhilata Navîn dixe û hêzên cîhanî bi gef û danûstandinan çarenûsa miletan diyar dikin de, divê bi dengekî bilind û eşkere bêjin ‘Ev şer ne ji bo azadiya miletan in’ û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de, nerazîbûn, li dijî şer ne tenê vebijarkek e, her wiha pêwîstiyek ehlaqî û siyasî ye. Li hember çemberê radiwestin ku di heman demê de ji hundir û derve zextê li ser civakê dike.”
‘Girtiyên siyasî û xwepêşandêrên girtî di bêdengî û nezanînê de bi xetereyek mezin re rûbirû ne’
Platformê diyar kir ku di nava vê alozî û bêewlehiyê de, krîzên herêmî û qutbûna girêdana civakê bi cîhanê re, bi taybetî bi rêya înternetê, kampanyaya girtin, cezayên giran û zêdebûna cezayên mirinê berdewam dike. Daxuyaniya platformê wiha dom kir: “Ev yek taliyeke dîrokî çêdike, ku tê de tepeserkirin wekî amûrek ji bo mîsogerkirina domandina desthilatdariyê hatiye bikaranîn. Îro, di rewşekê ku çavên cîhanê li ser şer û hevsengiya hêzan in de, girtiyên siyasî û xwepêşandêrên girtî di bêdengî û nezanînê de bi xetereyek mezin re rûbirû ne. Ev deng ne tenê parastina çend girtiyan e, her wiha parastina rûmeta mirovan, mafê jiyanê ye jî. Di rewşekê ku saziyên fermî û muxalefeta bê bingeh nekarîne bibin hêzek rastîn de. Ezmûna dîrokî nîşan daye ku di demên krîzê de, rayedar ji bo kontrolkirina civaka protestovan, serî li zext û tirsandina mezin didin.”
‘Dengek kolektîf ji bo parastina azadî, rûmeta mirovan û jiyana girtiyên siyasî biafirînin’
Platformê destnîşan kir ku îro di şer û gefan de, fikara herî mezin a rayedaran ne tenê dijminên derve ne û wiha pê de çû: “Li hemberî vê rewşê, berpirsyarî dikeve ser milê herkesî, ji çalakvanên civaka sivîl bigre heta partiyên siyasî û ji mirovên asayî bigre heta her dengekî têkoşîna azadiyê. Em bang li hemû partî, rêxistinên civaka sivîl, çalakvan û azadîxwazan dikin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re gavek bavêjin da ku zincîrên mirovî biafirînin, li qadên giştî amade bin û dengek kolektîf ji bo parastina azadî, rûmeta mirovan û jiyana girtiyên siyasî biafirînin.
Platformê da zanîn ku ev bang ne tenê helwestek li dijî darvekirin û tepeserkirinê ye, di heman demê de daxuyaniyek eşkere li dijî şer, tundî û her cûre ferzkirina çarenûsê li welat û derveyî welat e.
Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan
Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate damezrandin. Platform li ser pirsgirêkên jinan, wekhevî û beşdariya wan a di jiyana siyasî û civakî de dixebite.







