Aygul Dokû: Kujer lawê walî Tûncay Sonel e
- 15:25 14 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû, li ber edliyeyê derbarê lêpirsîna Gulistan Dokû de axivî û diyar kir ku kujer kurê Waliyê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkan Sonel e.
Piştî pêşketinên nû ya di lêpirsîna windabûna Gulistan Dokû, xwendekara sala duyemîn a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Munzurê ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bûbû, malbata Gulistan Dokû çûn Dadgeha Dêrsimê. Malbatê piştî hevdîtinên xwe yên bi dozger re daxuyanî dan.
'Kujer kurê walî ye'
Aygul Dokû, xwişka Gulistan Dokû, bal kişand ser pira ku dihat îdiakirin Gulistan Dokû lê xwe kuştiye û got, "Ew pir ji bo min pir girîng e. Ji ber ku li ser wê pirê, Tuncay Sonel, bi zanebûna ku Gulistan Dokû li wir nîne, hemû saziyên dewletê, hemû noqvan bir wir. Malbateke birîndar bir wir û got, 'Bila hûn ji bo xwekuştinê şînê bigirin.' Got, 'Keça we xwe kuşt.' Me bir serê wê pirê. Her cara ku noqvan derdiket, digot, 'Ji vir herin, ev walî we dixapîne. Keça we li vir nîne'. Doh, Tirkiyeyê mînakek zilm, xerabî û hovîtiyê ya mezin dît. Tuncay Sonel wê demê walî bû. Heft salan, hem keça me ji me standin û hem jî me xapandin. Wan em neçar kirin ku li ber çavên hemû cîhanê şanoyekê, fîlmekê temaşe bikin. Wan temaşe kir. Çima? Kujer kî ye? Mustafa Turkay Sonel, kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel. Ew kujerê Gulistan Dokû ye."
'Dema hesabpirsînê ye'
Aygul Dokû diyar kir ku ew ê çarenûsa Gulistan Dokû eşkere bikin û got, "Tu, kurê te yê kujer, hevalê wî, Zaynal, serê mar, hûn hemû dê li ber edaletê hesab bidin. Wan ji me pirsî, 'Hûn xwe dispêrin çi?' Pêşî, dema ku em serê xwe radikin, em xwe dispêrin Xwedê û ya duyemîn em xwe dispêrin vî gelî, dozger û dadwerên vî gelî. Tevî van hemû kujeran jî, baweriya me hîn jî berdewam dike. Em ê Gulistanê bibînin. Em bi hêvî ne. Ji vê gavê û pê ve, heta ku hemû cîhan were jî, ew ê nikaribin vê dozê veşêrin. Tirkiye nikare ji xeletiyeke duyemîn a di bin vê dozê de xilas bibe. Ev kujer dê hesab bidin, edalet dê bi ser bikeve. Hûn dizanin lêgerîna edaletê çiqas dijwar e? Me li Enqerê bi her kesî re, bi parlamentoyê, serokên edaletê, wezîrên karên hundir, serokê parlamentoyê re hevdîtin kir. Me gelek zehmetî kişand. Qediya, Tuncay Sonel, lîstik qediya, niha dem hatiye ku hûn li hember edaletê hesab bidin."
Dayika Gulistan Dokû, Bedriye Dokû, got, "Ez bêyî hestiyên keça xwe naçim malê."







